PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

HPG: Li Ebexê wesayîtek hat rûxandin 8 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de li Ebexê li dagirkeran daye. HPG’ê diyar kir ku wesayîtek hatiye rûxandin, 8 leşker jî hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 17’ê cotmehê gerîlayan li navçeya Ebexa Wanê li dijî wesayîteke ya artêşa tirk a bi tîpa Cemse ya di navbera qereqola Sarixsû û Kevirê Şamê de dewriye digeriya çalakiyek kirin. HPG’ê destnîşan kir ku wesayît bi temamî rûxiya û 8 leşker hatin kuştin.

HPG’ê li ser mijarê ev agahî da: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê dom dike de, 17’ê cotmehê saet 22.00’an li dijî wesayîteke bi tîpa cemse a artêşa tikr a dagirker ku di navbera Qerqola Sarixsû û Devirê Şamê yê girêdayî naçeya Ebexa Wanê dewriye digeriya çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku ji nêz ve li leşker û wesayîtê hate xistin, wesayît bi temamî rûxiya, 8 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bû. Artêşa TC’ê ji bo kuştî û birîndarên xwe ji qadê rake piştî çalakiyê bi desteka helîkopteran qad ketober da ber bombeyan. Yekîneyên me yên çalakî kirîn bi sax û selametî gihiştin cihên xwe.”BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar