Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Mornîng Star: Erdogan terorîstekî deqkirî ye

Di nûçeyeke The Mornîng Star de ku rojnameyeke çepgir a Îngilistanê ye hate gotin, “Erdogan terorîstekî deqkirî, sûcdarekî şer û hevalbendekî cîhadîstane.”

Di nûçeya Steve Sweeney de der barê çalakiya îro ya Kurdan, Îngilizan û Tirkan a li Londonê agahî hate parvekirin û sûcên li dijî mirovahiyê yên ku Erdogan û çeteyên wî dikin hatin bibîrxistin.

Sweeney di nûçeya xwe de nêrînên rêveberên Gîk-Der û rojnamevan Zehra Dogan parve kir û bal kişand ser banga ‘rabûna ser piyan’ a li dijî dagirkeriyê. Sweeney her wiha bal kişand ser komkujiyên ku dewleta Tirk di navbera salên 2015-2016’an de li Bakurê Kurdistanê pêk anî.

Hevkariya mît-daîş’ê û têkiliya bazirganiyê ya bi çeteyan re

Sweeney êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava nirxand û diyar kir ku tevî îdîayên Erdogan ên ji bo ‘avakirina herêma ewle’ Erdogan nekariye sûcdariyên ku pêwendiya wî bi çeteyên Îslamî yên radîkal heye ji xwe biavêje, xwe jê rizgar bike. Sweeney di nivîsa xwe de bi bîr xist ku di sala 2015’an de li Enqereyê bi hevkariya dewletê-DAÎŞ’ê 109 kes hatin kuştin û di hin belgeyan de eşkere bû ku MÎT a Tirk çeteyên DAÎŞ’ê yên berê di êrîşa dagirkirina Efrînê de bi kar aniye.

Sweeney bi bîr xist ku belgeyên der barê bazirganiya petrolê ya navbera Erdogan û malbata wî û DAÎŞ’ê ji aliyê Rûsyayê ve di sala 2015’an de hatin ragihandin û bal kişand ser îdîayên der barê perwerde û peydakirina çekan ji bo çeteyan.

Sûcên giran ên şer

Sweeney destnîşan kir, ji ber êşkence, destavêtin û kuştina bi rengekî komî yên di dema êrîşên dagirkeriyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tirkiye bi sûcdariyên giran ên sûcên şer re rû bi rû ye û diyar kir, ku kuştina rêvebera Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef a bi rengekî hovane mînaka vê yekê ye.

Nivîskarê The Mornîng Star bal kişand ser dîmenên ku tê de xuya dikin ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer çekên kîmyewî bi kar tînin û ragihand, ji dema destpêkirina êrîşên dagirkeriyê ve heta niha 218 sivîl hatine kuştin ku 18 ji wan zarok in.

Sweeney got, dibe ku êrîşên Tirkiyeyê bi agirbestê neqedin û diyar kir, li gorî agahiyên ku hêzên YPJ’ê ragihandin, çete di axaftinên xwe de yên bi cîhaza ragihandinê ji hev re dibêjin ku ‘êrîş wê ranewestin’. LONDON

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar