Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Rojnameger Çaksu: Dewleta tirk amadekariya êrîşeke mezin dike

Rojnameger Ersîn Çaksu di roja 11’emîn a Berxwedana Rûmetê de ji Serêkaniyê agahî dan û destnîşan kir ku hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li Serêkaniyê amadekariya êrîşeke mezin dikin

Dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê di 9’e cotmehê saet 16.00’an de li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşa qirkirinê da destpêkirin. Li hemberî vê êrîşê jî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de bersivên tund dan dagirkeran. Yek ji navendên ku şer herî zêde lê dijwar bû û hê jî didome jî, Serêkaniyê ye.

Navçeya Serêkaniyê niha ji hêla hêzên dagirker ve hatiye dorpêçkirin û tevî agirbestê jî hêzên dagirker nahêlin ku sivîl û sivîlên birîndar ji navçeyê derkevin. Têkildarî rewşa dawî nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Ersîn Çaksu agahî dan.

Çek û çeteyan sewqî Serêkaniyê dikin

Çaksu da zanîn ku li gel agirbestê jî ev du roj in êrîşên dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî Serêkaniyê bênavber didomin. Çaksu diyar kir ku hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bênavber hêz û çekên giran teqwiyeyî navçeyê dikin.

Şervan di xeta parastinê de bersivê didin

Bi berdewamî jî Çaksu anî ziman ku şervanên HSD’ê û û şêniyên Serêkaniyê jî di xeta parastina rewa de bersiva van êrîşan didin. Çaksu da zanîn ku ji şevê din ve li xeta sînor bi taybetî li taxa Maheteyê, li rojhilatê bajêr û li nexweşxaneyê êrîşên dijwar hatin kirin.

Liv û tevgera hewayî didome

Çaksu herî dawî jî wiha got: “Di heman demê de gelek çek, cebilxane û wesayîtên zirxî jî şevê din derbasî Serêkaniyê hatin kirin. Amadekariyên ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tên kirin nîşan didin ku dewleta tirk vê ‘agirbestê’ ji bo xwe weke derfetekê bi kar tîne da ku êrîşeke mezintir bike. Li dijî vê yekê, şervan û şêniyên Serêkaniyê jî berxwedana xwe didomînin. Di heman demê de liv û tevgera hewayî ya li ser Serêkaniyê jî didome.” SERÊKANIYÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar