Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê bang li hemû welatiyên herêmê kir ku berê xwe bidin Serêkaniyê da ku sivîl û birîndar bên rizgarkirin
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê têkildarî sivîl û birîndarên ku niha li navçeya Serêkaniyê ji hêla hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî ve hatine dorpêçkirin, daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.
Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêmê Cizîrê bang li hemû pêkhateyên li herêma Cizîrê kir ku ji bo rizgarkirina sivîl û birîndarên li Serêkaniyê, demildest berê xwe bidin Serêkaniyê.