Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Perşembe - 18 Temmuz 2024

Neviyê Şêx Seîd: Li hemberî êrîşan îbadeta herî mezin serîrakirin e

Neviyê Şêx Seîd Bedrî Firat, êrîşa li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi “sûreya Fetîhê” dest pê kir şiband Tevgera Enfalê ya Seddam û got ku îbadeta herî mezin serîrakirina li hemberî êrîşa ye û îşaret bi “Kongreya Neteweyî ya Kurd” kir

Her çend duh DYA û Tirkiyeyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peymaneke agirbestê ya ji bo 120 saetan çê kirin jî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmê didomin. Neviyê Şêx Seîd Bedrî Firat, bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê dan. Firat, bal kişand ser roja destpêkirina êrîşên bi sûreya “Fetîhê” dest pê kiribû û wiha got: “Li Iraqê di sala 1986’an de gava Sedam Husên Tevgera Enfalê ya li hemberî kurdan dabû destpêkirin, navê sûrieya Enfalê li li tevgera xwe kiribû. Bi vê tevgerê qirkirinek pêk anîbû û bi sedhezaran kurd kuştibûn. Niha sûreyên di Qur’anê de careke din li hemberî kurdan wekî amûrekê tên bikaranîn.”

Duh Sedam îro Erdogan!

Firat destnîşan kir ku armanca sereke ya êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binpêkirina destkeftiyên kurda ye û got ku ji ber dîn dikin amûrê polîtîkayên şerî, ev yek bi qasî DAIŞ’ê zirarê dide îslamê. Firat ev tişt got: “Tevgera Enfalê ya Sedam Husên di sala 1986’an de dest pê kiribû. Navê sûreya Enfalê li operasyonê hatibû kirin. Di erebî de enfal, ‘xenîmetên şerî’ ye. Ev tevger, li hemberî kurdan tevgereke qirkirinê bû. Heta sala 1989’an dewam kir û bi sedhezaran mirov mirin. Her wiha 4 hezar gund jî serobino bûbûn û herî kêm milyonek mirov jî koçber bûbûn. Niha tişta ku Sedam kir, Erdogan dike. Erdogan, îslamê dike amûreke polîtîkayên xwe yên qirêj. Cihê îslamê, cihekî di çarçoveyeke aştiyane de çareserkirina pirgsirêka ye. Bi şer û komkujiyan pirsgirêk nayên çareserkirin. Di dînê îslamê de cihê vê yekê tuneye.”

Serîrakirin

Firat destnîşan kir ku niha gava kurdek doza mafê xwe dike an tê kuştin an jî têg irtin û wiha got: “Li hemberî vê zilmê îbadeta herî mezin serîrakirin e. Ev îbadet li kurdên çar perçeyên Kurdistanê ferz e.”

Her wiha Firat, îşaret bi pêkanîna “Kongreya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd” kir û got ku niha herî zêde pêdivî bi yekîtiya kurdan heye û divê partiyên siyasî û hewldanên sivîl ên kurd berjewendiyên xwe yên şexsî deynin kêlekekê û rojek berî rojekê li hev kom bibin. ERZIROM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar