Artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê niha careke din êrîşî Nexweşxaneya Serêkaniyê dikin
Êrîşên hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî Serêkaniyê bênavber didomin. Artêşa tirk a ku tevî ‘agirbestê’ jî êrîşên xwe domandin û bi hezaran çete û çekên giran li derdora Serêkaniyê kom kirin, niha jî êrîşên xwe didomîne.
Artêşa tirk çend kêlî berê navenda Serêkaniyê bi balafirên şer bombebaran kir. Di heman demê de çavkaniyên ji Serêkaniyê ragihandin ku hêzên artêşa tirk û çeteyên wê di van kêliyan de êrîşî Nexweşxaneya Serêkaniyê dikin.
Têkildarî encamên êrîşê agahî nehatin bidestxistin. SERÊKANIYÊ