Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Gelê Başûr ji bo Rojava seferber bûye

Li gelek navend û navçeyên başûrê Kurdistanê bi armanca piştgiriya bi rojavayê Kurdistanê re alîkarî tê berhevkirin. Di vê çarçoveyê de li Şengal, Kifrî, Qaladiz û Bawenûrê alîkarî hate komkirin û ji Rojava tê şandin

Bi armanca piştgiriya bi gelê rojavayê Kurdistanê ku ji 9’ê cotmehê ve di bin êrîşa qirkirinê ya dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê de ye, gelê başûrê Kurdistanê jî seferber bûye. Weke ku tê zanîn di encama êrîşên dagirkeriyê de bi sedhezaran gelên ji Rojava koçber bûn, bi sedan jê hatin qetilkirin û birîndarkirin. Gelê başûrê Kurdistanê hema hema li hemû bajar û navçeyan alîkariyê berhev dike û ji gelê rojavayê Kurdistanê re dişîne. Di vê çarçoveyê de li Şengal, Kifrî, Qeladizê û Bawenûrê alîkarî hate komkirin û dê ji Rojava re bê şandin.

ŞENGAL

Ji bo piştgiriya bi gelên Rojava re, şêniyên bajaroka Xanesor a Şengalê alîkarî kom kir û ji bo ku bişînin rojavayê Kurdistanê, radestî Meclisa Gel hate kirin. Hevserokê Meclisa Gel a Xanesorê Haşim Şengalî got ku wan li ser daxwaza gel ev pêngav daye destpêkirin û dê alîkariyên hatine komkirin ji Rojava re bişînin. Di heman demê de li bajarokên Sinûn, Borik û gelek gundan jî alîkarî tê komkirin.

KIFRÎ

Bi heman boneyê li navçeya Kifrî ya bi ser Germiyanê ve jî kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin. Hat ragihandin ku kampanya dê sê rojan dom bike û tenê dê pere bên komkirin. Çalakvanên medenî ji bo komkirina alîkariyê çend lijne avakirine. Dê lijneyên hatine avakirin  serdana xwediyên kargeh, konpanya, kesayetî, bazar û cihên giştî bikin. Her wiha li gundê Şêx Lenger ê Gewre yê Kifriyê jî alîkarî hatiye destpêkirin.

QALADIZ

Ji bo piştgiriya bi gelê rojavayê Kurdistanê re, li navçeya Qaladizê ya Silêmaniyê jî ev sê rojin kampanyaya alîkariyê hatiye destpêkirin. Têkildarî mijarê endamê Komîtiya Kampanyaya Alîkariyê ya Ji Bo Rojavayê Kurdistanê Sabîr Ebdullah anî ziman ku wan bi hevkariya qaymeqam, hêzên ewlehî û hinek rojnameger û çalakvanen sivîl kampanya daye destpêkirin. Ebdullah got ku kampanya ev 4 roj in dom dike û pêwîstiyên zarokan, pere, xurek û tiştên di nava malan û derman tên komkirin. Ebdullah da zanîn ku alîkariya tê komkirin jî dê radestî Heyva Sor a Kurdistanê bikin. Ebdullah diyar kir ku gelê kurd gelek piştevaniyê dike û keyfxweş in ku alîkariyê didin Rojava.

BAWENÛR

Li bajaroka Bawenûr a Kelar ê jî ji bo alîkariya bi rojavayê Kurdistanê re kampanya hate destpêkirin. Alîkarî li bazara Hewçerxî ya bajarokê tê komkirin. Komîteya kampanyayê bang li welatiyan kir ku weke helwestekî niştimanî piştgiriyê bidin rojavayê Kurdistanê û beşdarî kampanyayê bibin. Endamê Kampanyayê Hejar Sofî aşkera kir ku heta niha nêzî 20 ton xurek û tiştên din hatine komkirin û got ku dê kampanya heta çend rojên din bidome.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar