Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Rêveberiya Xweser bang li cîhanê kir ku zextê li dewleta tirk bikin

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê bang li raya giştî ya cîhanê û NY’yê kir ku zextê li dewleta tirk a dagirker bikin da ku li gorî agirbestê tevbigere da ku bikarin cenazeyên di bin kavilan de rakinr û birîndaran rizgar bikin

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê û rewşa sivîl û birîndarên li Nexweşxaneya Serêkaniyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî û NY’yê hate kirin ku zextê li dewleta tirk bikin da ku êrîşên xwe yên li dijî sivîlan rawestîne û agirbestê pêk bîne.

Daxuyanî ji hêla hevserokê Meclisa Rêveber Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê Telet Yûnis ve li navendê hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:

“Ji raya giştî re,

Tevahî cîhan êrîşên dijminahiyê yên li dijî bajar û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ewle û tê de şêniyên sivîl bi hemû pêkhateyên xwe hene yên ji hêla dewleta tirk û komên çete yên ji herêmên Idlib, Efrîn, Ezaz anîne û yên ku bi binpêkirinên xwe ji tevahî qanûnên hiqûqû û exlaqî li wan herêmên dagirkirî li gorî raporên rêxistinên hiqûqî yên sivîl û fermî tên nasîn, dibînin. Bi wê re jî zêdetirî 300 hezar kes koçber bûn. Zêdetirî 235 sivîl ku 22 jê zarok in, şehîd bûn. Her wiha 677 birîndar hene. Bi dehan şehîd jî di bin kavilan de û li rexê jî di hundirê bajarê Serêkaniyê yê dorpêçkirî û gundewarên wê de bi dehan birîndar hene.

Êrîşên qirkirinê didomin

Di 17’ê cotmeha 2019’an de cîgirê serokê Amerîkayê Make Pence li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê ragihand ku bi dewleta tirk ji bo agirbestekê lihev kirine. Li gorî vê diviyabû ku şer bi dema 120 saetan raweste û piştre agirbesteke daîm pêk bê. Li gor wê jî HSD’ê tevî Rêveberiya Xweser ji bo parastina sivîlan û pêşîlêgirtina karesatên mirovî yên ji ber êrîşên dijminatiyê yên dewleta tirk, peyman qebûl kir. Lê ger ku êrîşên dijminane yên dewleta tirk ranewestin em ê parastina xwe ya rewa bikin. Ev 2 roj bi ser agirbestê re derbas bûn û HSD li gorî wê tevdigere. Lê lê artêşa tirk û çeteyên wê bi balafir û çekên giran êrîşên xwe  yên qirkirinê didomînin.

Heta niha jî topbarana li ser herêmê didome. Piştî ragihandina agirbestê û derbasbûna 2 rojan di ser re 17 şehîd û 24 birîndar hene û gelek şehîd jî di encama bombeberana balafir û topavêjên Tirkiyeyê di bin eqazan de ne. Lê tîmên destwerdanê nikarin xwe bigihînin cihên hatine wêrankirin û birîndaran. Ji ber ku dibin hedefa hêzên dagirker.

Li ser vê bingehê em bang li raya giştî ya cîhanê, li civaka navdewletî, li NY û DYA’yê dikin ku zextê li dewleta tirk bikin da ku êrîşên xwe yên li dijî sivîlan rawestîne û neçarî pêkanîna peymana agirbestê bikin da ku xwîna diherike raweste.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar