Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Jinên DAIŞ’î hewl dan ku ji Kampa Holê birevin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Kampa Holê da zanîn ku hêzên wan komeke ji malbatên DAIŞ’iyan ku ji 14 jin û 21 zarokan pêk dihat û dixwestin birevin girtine

Dewleta tirk a dagirker piştî ku dest bi êrîşa dagirkeriyê ya li dijî rojavayê Kurdistanê kir, şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê û malbatên wan ên di kampên Rêveberiya Xweser de tê girtin jî ketin nava liv û tevgerê. Di vê çarçoveyê de komeke jinên DAIŞ’î yên di Kampa Holê de hewl dan ku birevin.

Li gorî agahiyan, li Kampa Holê ku 40 hezar jê malbatên DAIŞ’iyan bi giştî zêdetirî 71 hezar koçber û penaber lê dimînin, komeke jinan û zarokên çeteyên DAIŞ’ê hewldan ku birevin. Hat zanîn ku koma malbatê DAIŞ’iyan di saetên şevê de ber bi herêm û gundewarên Deşîşê ya li başûrê kampê ve reviyan. Lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn kom girt.

Hêzên ewlekariyê da zanîn ku kom ji 14 jinan û 21 zarokan pêk dihat. Hêzên ewlekariyê ragihand ku wan têkildarî mijarê lêpirsîn daye destpêkirin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî ku dewleta tirk kampa Eyn Îsayê topbaran kir, zêdetirî 850 endamên malbatên DAIŞ’iyan reviyan. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar