Rayedarên tenduristî, leşkerî û siyasî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dîmen û wêneyan nîşan dan ku dewleta tirk li dijî şervan û gelê Rojava çekên kîmyewî bi kar anîne. Derket holê ku dewleta tirk di 17’ê cotmehê de di bin navê alîkariyê de 30 hezar euro ruşwet dane Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW)
Dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê, di 9’ê cotmehê saet di 16.00’an de li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşeke dagirkeriyê da destpêkirin. Li hemberî vê hewldana qirkirina etnîkî, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de bersivên tund didin. Dewleta tirk her çiqas niha êrîşên xwe li ser Serêkaniyê û Girê Spî dijwar kiribin jî, li seranserî sînorê Rojava li dijî gel û şervanên Rojava êrîşan dike.
Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di encama van êrîşan de 22 jê zarok bi giştî 235 sivîl hatin qetilkirin û 677 sivîl jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên bijîşkan, di gelek bûyerên birîndar û kuştinan de li ser bedena sivîl û şervanan şopên çekên kîmyewî hatine dîtin. Di heman demê de HSD’ê jî daxuyanî da ku dewleta tirk li Serêkaniyê çekên kîmyewî bi kar tîne.
Rêxistina efûyê jî bikaranîna çekên kîmyewî piştrast kir
Her wiha Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî destnîşan kiribû ku di gelek bûyerên birîndarên sivîl de piştrast bûye ku dewleta tirk li dijî rojavayê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar anîne. Bi derketina dîmen û wêneyên bikaranîna çekên kîmyewî re, di nav de The Guardian, EuroNews û Business jî çapemeniya cîhanê ev mijar xist rojeva xwe. Li ser vê yekê jî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) neçar ma ku der barê mijarê de daxuyaniyê bide.
Daxuyaniya OPCW’ê
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) di daxuyaniya xwe duh de têkildarî mijarê wiha got: “Haya me ji van agahiyan ku tê gotin ku çekên kîmyewî yên qedexe di şer de hatine bikaranîn heye. Em têkildarî vê mijarê agahiyan berhev dikin. Heyva Sor a Kurd dibêje ku 6 nexweş ji ber ‘Çekên ku nayên zanîn’ şewitîne û ji bo ku bizanin bê ka çima şewitîne lêkolînan dikin.”
Pereyên qirêjî!
Ya herî balkêş jî ew e ku rojek beriya vê daxuyaniyê, dewleta tirk di 17’ê cotmehê de bi hinceta ku li Navenda Kîmya û Teknolojiyê ya OPCW’ê ya Tirkiyeyê bên bikaranîn, 30 hezar euro pere dane Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW). Tê gotin ku dewleta tirk ev pereye ji bo nixûmandina komkujiyên ku dê bi çekên kîmyewî li rojavayê Kurdistanê pêk bînin, weke rişwet daye.