Beşek ji birîndarên ku ji hêla Heyva Sor a Kurd, Heyva Sor a Erebî û Xaça Sor a Navdewletî ve ji nexweşxaneya Serêakniyê hatine derxistin gihaştin nexweşxaneyên Qamişloyê
Tevî xeteriyê û topbarana artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ambulansên Heyva Sor a Kurd, Heyva Sor a Erebî û Xaça Sor gihaştin nexweşxaneya Serêkaniyê û hinek birîndar û şehîd ji wir derxistin.
Hejmarek ambulansên Heyva Sor a Kurd, Heyva Sor a Erebî û Xaça Sor a Navdewletî gihaştin bajarê Serêkaniyê û hinek birîndar ji nexweşxaneya Serêkaniyê derxistin. Ev birîndar ji hêla artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin dorpêçkirin û nehiştin ku kadroya tenduristiyê derbasî bajar bibin ji bo ku birîndar û şehîdan ji nexweşxaneyê derxînin.
Ev xebat piştî kedên Heyva Sor a Kurd û şêniyên herêma Cizîrê yên ku di dirêjahiya 3 rojên derbasbûyî de ruxmî hedefgirtina artêşa tirk a dagirker diçûn bajarê Serêkaniyê hat.
Li gorî Heyva Sor a Kurd derdora 30 birîndar û 4 şehîd ji nexweşxaneya Serêkaniyê hatin derxistin. QAMIŞLO