PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Bayik: Berxwedana li Rojava berxwedana man û nemanê ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku dewleta tirk biryara qirkirina kurdan daye pêşiya xwe û divê gelê kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li gorî vê rastiyê tevbigerin. Bayik got ku divê kurd hem li Bakur û hem jî li Rojava bi tu awayî axa xwe neterikîne û li Rojava berxwedana man û nemanê tê dayîn

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik li ser mijara êrîşên dewleta tirk a dagirker ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî.

* Di salvegera komployê de dewleta tirk hem êrîşî Rojava kir û hem jî êrîşî navçe û gundên bakurê Kurdistanê yên li ser sînor dike. Armanca van êrîşan çi ye?

HSD, YPG-YPJ û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di şerekî dîrokî de ne û di berxwedaneke bi rûmet de ne. Ez wana hemûyan silav û pîroz dikim. Ji bo wan serkeftinê dixwazim. Lazim e gelê Bakur û Rojhilatê Suriyê û HSD, YPG-YPJ bizanibe ku kurd hemû, wijdanê mirovahiyê li gel berxwedana wan a dîrokî ye. Li ku derê ji bo rûmetê berxwedan hebe, li ku derê ji bo wijdana mirovahiyê berxwedan hebe, mirovatî li gel wan e. Yê ku ji bo wan têkoşîn û fedaîtiyê bike, daîm jî bi ser dikeve. Berdêl çi dibin bila bibin, êş çi dibin bila bibin, encam digirin. Ji bo wê jî gelên me yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, HSD, YPG-YPJ, di vê berxwedanê de çiqas berdelên mezin bidin bila bidin, çiqas biêşin jî dê bi ser kevin. Ji ber ku gel û mirovatî li gel wan e. Şerekî rewa dimeşînin, şerekî rûmetê dimeşînin, şerekî azadî û demokrasiyê dimeşînin. Tu kes nikare li pêşiya vî şerî bisekine. Dewleta dagirker, qirker û faşîst a tirk çek û teknîkên giran çiqas dişixûlîne bila bişixûlîne, tu caran nikare îradeya rûmetê, berxwedanê, azadî û demokrasiyê bişikîne. Niha ew êrîşên dewleta Tirkiyê di 9’ê cotmehê de dest pê kir, wateyeke wê heye. Her mirovekî kurd, yê ku girêdayî nirxên mirovatiyê, wijdan û nirxên mirovatiyê temsîl dike, dikare wateyekê bide vê. Tê zanîn di 9’ê cotmehê de komploya navneteweyî li Sûriyeyê xistin pratîkê. Da ku Rêber Apo ji Sûriyeyê derbixin û di şexsê Rêber Apo de Tevgera Azadiya Kurdistanê tasfiye bikin. Da ku qirkirina gelê kurd bi ser bixin. Ev komplo ji bo vê pêş xistin. Çiqas ku ew komploya pêşxistin û xwestin vê encamê wergirin jî, encam wernegirtin. Ji ber ku Rêber Apo, gelê kurd, dostên gelê kurd, şervanên azadiyê, PKK hemû bi pêk ve li dijî vê sekinîn. Ji bo vê komplo bi ser neket. Gelek aliyên vê komployê vala hatin derxistin. Careke din di 9’ê cotmehê de dîsa li Sûriyeyê, li ser gelê me yê Rojava, li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komployek pêş xistin. Wateya wê çiye? Dixwazin komploya navnetewî pêş bixin û bi ser bixin, encam wergirin. Li Sûriyeyê dest pê kirin, dîsa li Sûriyeyê berdewam dikin. Dixwazin komployê bigihînin hedefê. Ango Rêber Apo, têkoşîna ku Rêber Apo ji bo kurdan, gelên Rojhilata Navîn, ji bo mirovatiyê dimeşîne tasfiye bikin. Da ku li ser vî esasî qirkirina kurdan pêş bixin û encam wergirin. Ji ber ku dizanin heta PKK tasfiye nekin, nikarin qirkirina kurdan bi ser bixin. Ji bo vê bi hemû îmkanên xwe tên ser Tevgera Azadiyê, tên ser gele kurd. Niha ew êrîşa ku dagirkerê faşîst û qirker ê tirk îro li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dixe, lazim e kurd û mirovatî armanca vê êrîşê baş fêm bikin. Hedefa wan ew e ku dixwazin hem li aliyê Bakur û hem jî li aliye Rojava kurdan ji sînor dûr bixin. Da ku bikaribin têkiliyên beşên kurdan ji hevûdu qut bikin. Da ku bikaribin komkûjiyan li ser kurdan pêş bixin û qirkirinê pêş bixin û encam wergirin. Binêrin, çiqas li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagirkerî û qetlîaman dimeşînin, di heman wextê de li ser xetê, ji Cizîra Botan bigire heta Pirsûs û Bêrecûkê jî li ser sînor, li aliye Bakur êrîşî gel dikin. Topan diavêjin, şehadet û birîndaran çê dikin, dibêjin HSD ev kiriye. Ev derewên mezin in. Bi xwe diavêjin. Him mirovên me dixwazin bikûjin û birîndar bikin, bitirsin û koçber bikin. Bi zorê jî dibêjin şer heye, lazim e hûn ji Serêkaniyê, Pirsûs, Bêrecûk, Cîzre û wan derên din vala bikin. Di bin perdeya şer de dixwazin li aliye Bakur li navçe û gundan kurdan derbixin. Rastî ev e. Ji bo vê gelên me, li aliyê Bakur, ji malên xwe, bajar û gundên xwe lazim e dernekevin. Çiqas hawan û topan diavêjin bila bavêjin, çiqas komkujiyan dikin bila bikin, lazim e kes ji gund, bajar û malên xwe dernekevin. Ger ku derkevin dê xizmetê ji siyaseta dagirkeran re bikin. Dagirker bi vî şerî dixwazin navbera Bakur û Rojava qut bikin. Li her du aliyan dixwazin temamê kurdan koçber bikin. Da ku bikaribin qirkirinê çêbikin. Ji bo vê hem li Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê siyasete dimeşînin, hem jî li bakurê Kurdistanê vê siyasete dimeşînin. Hem li Bakur, hem li aliye Rojava gelê me lazim e ji gund û bajarên xwe dernekevin. Ger ku derkevin careke din nikarin vegerin gund, bajar û malên xwe. Ev mirina kurdan pêk tîne. Gelê kurd ji man û nemanê re derbas dibin. Ger ku kurd dixwazin bi nasnameya xwe, bi nirxên xwe, bi ziman û çanda xwe azad jiyan bikin, lazim e hemû berdêlan û êşan bidin ber çavên xwe; li dijî dagirker û qirkeran bisekinin. Wê wextê dikarin bijîn. Wisa nebe, hedefa dagirkeran kuştina kurd e, bi navê kurd û Kurdistan çi hebe ji holê rakirin e. Vê venaşêrin jî. Ji bo vê gelê me lazim e li dijî vê siyasetê heta dawiyê bisekine. Ger ku bisekine dikare encam wergire. Ger ku nesekine, bêje şehîd nekevim, birîndar nebim, ji bo vê jî koçber bibe û daxwaziya dagirkeran pêk bîne; wê deme bi desten xwe mirina xwe amade dike.

* Beriya êrîşê bi nîqaşa ‘Herêm û Mekanîzmaya Ewlehiyê’ ve herêm bêhêz û bêçek hate hiştin û piştre jî rêya êrîşê vekirin. Di êrîşê de rola hêzên navneteweyî çi ye, hûn çawa dinirxînin?

Rast e. Her kes jî dizane ku Amerîka û Rûsyayê ji bo berjewendiyên xwe gelê kurd dike qurban. Gele kurd, ji bo mirovahiyê, heta ji bo wan jî xizmeteke pir mezin kir. Li dijî DAIŞ’ê kes nesekinî lê kurd sekinîn. Şervanên azadiyê sekinîn û gelek şehîd û berdêl dan. Derbên mezin li DAIŞ’ê xistin. Ev dewlet û mirovahî ji belayeke mezin xilas kirin. Her kesek deyndarê kurdan e. Li şuna deynên xwe bidin, çi dikin? Tam berevahî vê dikin û alîkariya DAIŞ’ê dikin. Alîkariya Erdogan dikin. Da ku Erdogan û DAIŞ tola xwe ji kurdan hilîne. Komkûjiyên ku li ser kurdan pêş xistin, dixwazin temam bikin. Alîkariya wê dikin. Vê jî ji bo berjewendiyên xwe pêk tînin. Li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Amerîka çi got; ‘Têkiliya me bi YPG-YPJ re ne siyasî ye, leşkerî ye.’ Tu caran têkiliya siyasî pêş nexistin. Tu caran Xweseriya Demokratîk qebûl nekirin. Xwestin ku ji şervanên fedaî, şervanên azadiyê ji bo armancên xwe di şer de jê sûd bigirin. Li Tirkiyeyê civînek çêbû. Tirkiye, Îran û Rûsya. Di encamê civînê de çi gotin; ‘Em Xweseriya Demokratîk qebûl nakin. Em îdareyeke wisa qebûl nakin.’ Paşê Amerîka û Tirkiyeyê got; ‘Me ji bo sînor hêzek çêkir. Em ê sînor biparêzin.’ Wisa gotin û dest bi dewriyeyên hevbeş kirin. Balafirên tirk û Amerîkayê geriyan, wesayîtên wan geriyan. Piştî çend rojan û şûn ve jî Amerîkayê got; ‘Em leşkerên xwe vedikişînin.’ Piştî wê jî ji xwe Tirkiyeyê êrîş kir. Ango Amerîka, bi navê parastina sînor, ji bo ku Tirkiye bikeve Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rê vekir. Bi vê tifaqê ve rê vekir, ketina Tirkiyeyê jî rewa kir. Ew rê girtîbû, rewabûnekê Tirkiyeyê jî nebû. Lê belê bi wê tifaqê Amerîka hem teşwîq kir, him rê vekir û hem jî rewa kir. Jixwe Rûsya ji berê ve gotibû, ketina Tirkiyeyê rewa ye. Ango pêk ve ew plan pêş xistin. Ji bo berjewendiyên xwe pêş xistin. Lê belê kurdan ji bo wan dewletan û mirovatiyê xizmetek kiribû. Li şuna ku deynên xwe bidin, dijminiya mezin ji bo kurdan kirin. Ji bo vê ji her kuştinekî, birîndariyekî Amerîka, Rûsya, Neteweyên Yekbûyî û Tirkiye berpirsyar in. Nikarin ji vê berpirsyartiyê birevin. Hûn jî çi dikin? Erdogan li pêşberî Neteweyên Yekbûyî aşkera aşkera got; ‘Ez ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bikim.’ Tu kes li dijî vê derneket. Ev şermeke mezin e, bêexlaqiyeke mezin e. Dîsa hinek dewlet dibêjin; ‘Em ê çekan nefiroşin Tirkiyê’ û hinek jî dibêjin; ‘Me çek firotin daye sekinandin.’ Durûtiyên mezin dikin. Çima vê dikin? Hem ji bo ku li dijî wan bertekên mirovatiyê pêş nekevin, bertekên gelên wan pêş nekevin û hem jî dixwazin bi awayekî kurdan jî bixapînin. Ango xapandinê esas digirin. Ji bo ku kurdan bixapînin, ji bo ku gelên xwe û mirovatiyê yên ku azadî û demokrasiye dixwazin bixapînin, van daxuyaniyan didin. Ji bin ve jî dîsa çekan didin Tirkiyeyê. Dîsa krediyan didin Tirkiyeyê. Têkiliyên xwe yên Tirkiyeyê wisa ji bin ve berdewam dikin. Lazim e gelên me vê bibînin. Vê ji bîr nekin. Lazim e guhên xwe nedin van axaftinan. Ev axaftinên vala ne. Ev bi temamî xizmetê dagirkerê qirker û faşîst a Tirkiyeyê dike. Da ku Tirkiye bikare qirkirina kurd berdewam bike. Hinek hevdîtinan dikin, daxuyaniyan didin lê belê tu caran li dijî Tirkiyeyê helwestekî nagirin. Nabêjin; ‘Çi karê te li bakurê Suriyeyê nîn e. Lazim e tu demildest leşkerên xwe vekişînî.’ Li dijî Tirkiyeyê tu biryaran nagirin. Bi axaftinên xwe li pişt Tirkiyeyê cih digirin. Ji Tirkiyeyê re dibêjin tu berdewam bike. Tirkiye jî berdewam dike. Ji bo vê Tirkiye wê dagirkerî û qirkirina xwe nasekinîne. Heta hinek dibêjin Tirkiyeyê dê erdek, mintiqeyekî bigire û dê bisekine. Ev derew e, dixwazin gelê me bixapînin. Erdogan bi xwe aşkera got; ‘Ji Firatê heya Dîcleyê, Hesekê û wan deran hemûyan ez ê bidest xwe bixim.’ Ji ber ku plana Tirkiyeyê daye pêş xwe ew e ku li Rojava lazim e kurd nemînin. Divê gelê me yê Rojava vê heqîqetê baş bizane. Wisa guhê xwe nede van daxuyaniyan. Bi xwe û şervanên xwe bawer bike. Bi şervanên xwe re heta ku dagirkerên Tirkiyeyê ji erdê Sûriyeyê derdikevin, berxwedana xwe ya bi rûmet lazim e berdewam bike. Ya rast ev e. Wekî din tu rêyên din ên jiyanê ji bo kurdan nînin. Tekane rê berxwedan e. Serkeftin dê bi vê berxwedanê pêk bê. Ji bilî berxwedanê tu rêyên din nînin ku kurd pê hebûna xwe bidomînin. Lazim e kurd vê baş fêm bikin.

Hinek dewletên ereb hene, helwestên wan baş in. Dibe ku di aliye pratîk de zêde nikaribin li ser Amerîka, Neteweyên Yekbûyî, Ewropa û Rûsyayê zextan çêbikin û biryaran pêş bixin. Lê belê helwest û biryarên ku wergirtine, baş in. Bi taybet ya Misir û Filîstînê, em wan silav dikin. Ji bo vê gelê me divê bizanibe ku komployeke pir mezin li ser me heye. Ne tenê li ser Rojava, li ser tevahiya tevgera kurd û hemû beşên Kurdistanê ye. Li ser Rêber Apo ye. Li ser PKK’ê ye, gerîla ye, li ser şervanên azadiyê ye, li ser kurdên azad e. Komplo di vê astê de tê meşandin. Gelek hêz di vê komployê de cih digirin. Ji bo ku gelê me fêm neke jî, hinek daxuyaniyan didin, durûtiyê dikin. Siyaseta ku dimeşînin çi ye? Bireve û bigire. Ango bila kurd û dewleta tirk şer bikin, bila her du jî têk biçin, em her duyan jî têxin xizmeta xwe. Siyaseta ku dimeşînin ev e. Kurd lazim e ji bo xwe bin; ji bo kesekî din têkoşînê û berxwedanê nekin. Nebin yê kesên din. Ji bo xwe bin û ji bo mirovatiyê bin. Lazim e berxwedan û têkoşîna xwe bimeşînin. Ez di wê baweriyê de me ku gelê me hem rastiya Amerîka û hem jî ya Rûsyayê baş fêm kiriye. Dîtin ku vana li ser qurbanbûna kurdan berjewendiyên xwe pêş xistin. Ji bo vê nikare pişta xwe bide vanan. Berê jî me gotibû, gele kurd lazim e bi xwe bawer bike, li ser hêza xwe rabe, bi hêz û derfetên xwe têkoşînê bike. Bi gelan ve tifaq û berxwedana xwe pêş bixe. Wisa dikare encam werbigire. Ger ji vê rêgez û pîvanê dûr bikeve; hinek dewletan ji xwe re esas bigire, yan jî daxuyaniyên wan ên xapandin û durûtiyê esas bigire; wê demê mirina xwe bi destên xwe amade dike. Ez bawer dikim ev dagirkeriya Tirkiyeyê,  li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev rastiye bi hemû kurdan, hemû beşan û derveyî Kurdistanê jî daye fêmkirin.

* Piştî êrîşê rêvebiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Rûsya û rejîmê re li ser parastina sînorê li hev kirin. Hûn vê lihevkirinê çawa dinirxînin?

Ew rast e. A ku pêwîst jî ew e. Ji ber ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşek ji Sûriyeyê ye, ne li derveyî wê ye. HSD, YPG, YPJ jî hemû gelên mintiqe jî, ji Sûriyeyê ne. Ji destpêkê heta niha jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahî, çi kurd bin û çi jî ereb, suryan, asur, ermen, çerkez, tirkmen bin, ji kîjan ol, mezhep û çandê bin bila bibin gotin; ‘Em beşek ji Sûriyeyê ne, em yekitiya Sûriyeyê esas digirin. Em li dijî perçebûna Sûriyeyê ne.’ Ne tenê bi daxuyanî û axaftina xwe, di pratîkê de jî, bi şerê li dijî DAIŞ’ê re meşandin re jî ev îspat kirin. Ji bo vê pêwîst e Sûriye jî wisa nêzî meseleyê bibe. Sûriye lazim e vê baş fêm bike, Tirkiye dibêje min artêşeke neteweyî ji bo Sûriyeyê ava kiriye. Artêşeke neteweyî avakirin tê wê wateyê ku Sûriyeyê qebûl nake, li dijî Sûriyeyê, Sûriyeyeke din pêş xistine. Tirkiye bi van çeteyan Sûriyeyeke weke ku dixwaze ava dike. Ev jî dikeve xîzmeta pergala modernîteya kapîtalîst a NATO’yê. Ji ber ku Tirkiye dewleteke NATO’yê ye. Ev çete hemû jî girêdayî Tirkiyeyê ne. Ne weke hêzeke cuda ne. Temamî di xîzmeta Tirkiyeyê de ne. Tirkiyeyê ev bi rêxistin kirine û dimeşîne. Bi van re dixwaze Sûriyeyeke nû ava bike, rejîmê têk bibe, rejîmeke din li Sûriyeyê ava bike. Vê jî bi aşkerayî tîne ziman. Sûriye lazim e vê yekê bibîne. Tirkiye dibêje ez bi navê Kaniyê Aştiyê vê tevgerê dimeşînim. Di vê kaniyê de xwîn diherike. Her roj mirovên kurd, ereb, suryan, çerkez, tirkmen û ermen tên kuştin. Bi sedan kuştî û birîndar hene. Gund û bajar wêran dibin. Tiştê ku çê dibe ev e. Vê yekê tevî çeteyan pêş dixe. Ew çeteyan êdî ji artêşa Tirkiyeyê ne. Mirov pêwîst e wan ji hev cuda nebîne. Tirkiye bi rêya van çeteyan daxwazên xwe yên Osmaniya Nû pêk tîne. Li Sûriyeyê bi milyonan kes kişandin Tirkiyeyê û ev yek bi zanebûn û birêxistinkirî kir. Hem li dijî Ewropayê bi kar tîne û gelek encaman werdigire û hem jî wan birêxistin û perwerde dike ku karibe Sûriyeyek nû ava bike. Li hêla din jî di nava wan de her tim çeteyan derdixîne, hêzên leşkerî ava dike. Bi wan re jî şer dimeşîne. Yê ku di rastiyê de Sûriye xerab kir; Tirkiye ye. Hîn jî dixwaze vê xerabiyê dewam bike. Ez bawerim Sûriyeyê ev rastî fêm kiriye. Ji bo vê bi HSD, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re, bi YPG’ê re hinek gav avêtin. Ji bo Sûriyeyê jî, ji bo kurdan jî, ji bo hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev gav, gavên erênî ne û pêwîst e hîn pêş de jî bên avêtin. Pir dereng ma, dereng be jî di cih de ne, em vê ya di xîzmeta hemû gelan de dibînin.

* Piştî êrîşên dagirkeriyê gelê kurd bi taybet başûr û rojhilatê Kurdistanê û Ewropayê rabûn ser pêyan. Li dijî teknîka herî dawî jî şervan bi çekên xwe yên sivik û bi îradeya xwe di wê eraziya biçûk de berxwedaneke dîrokî dimeşînin. Hûn asta berxwedanê çawa dinirxînin?

Berxwenadeneke rûmetê ye, dîrokî ye, berxwedanekê namûsê ye, berxwedaneke azadî û demokrasiyê ye, berxwedaneke mirovatiyê ye. Di destpêkê de jî min got, kurd di pêvajoya man û nemanê re derbas dibin. Ji bo vê kurd li ku derê dibin bila bibin, li kîjan beşan dibin, li derveyî welat li ku derê dibin bila bibin, lazim e bizanibe ku dagirkerên faşîst û qirker a tirk bi şerê ku li dijî kurdan dimeşîne re dixwaze kurdan ji holê rake. Ji bo kurd li holê ranebin, weke hemû gelan li ser erdê xwe, bi nasnameya xwe, zimanê xwe, çanda xwe, bi azadiyê bikaribe jiyan bike çi lazim be, divê bike. Çi ji destê wan were divê bikin. Ji ber ku mafdar in û rewa ne. Têkoşîna ku pêş xistin;  ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû mirovahiyê pêş xistin. Mirovatî ji belayeke mezin xilas kirin. Îro belaya herî mezin jî Erdogan bi xwe ye. Ji ber ku yê li pişt El Nusra û DAIŞ’ê, Erdogan e. Her kez bi vê dizane. Gelê kurd li dijî vê belayê têdikoşin, berdêlên mezin didin û êşên mezin dikişînin. Mirovatî divê vê bibîne. Ên ku wijdana mirovatiyê temsîl dikin, vê dibînin û li gel kurdan cih digirin. Ev tevger û têkoşîna gelê kurd hîn jî mafdar û rewa dike. Ji bo vê gelê me li hemû beşan, li derveyî welat li ser pêyan e. Li xwe, li kerametê xwe, li rûmetê xwe xwedî derdikeve, li pêşeroja xwe xwedî derdikeve. Bi vê wesîleyê ez hemû gelê me yê qehreman silav dikim, pîroz dikim. Ez dibêjim vê berxwedanê lazim e hûn hîn jî xurttir bikin. Ê ku kurd nas nake, lazim e kurd jî wan nas neke. Ê ku dixwaze kurdan qir bike, lazim e kurd jî li dijî wan bi her şêweyê bisekine. Ev jî mafê wan e. Ê ku me nas dike em dikarin nas bikin. Ê ku li pişt Tirkiyeyê aşkera yan jî veşartî cih digire, ê ku alîkariya qirkirina kurdan dike, kurd lazim e wan tu carî qebûl neke, wan weke dijminê xwe bibîne. Kurd lazim e tiştê ku îro li ser kurdan tê pêşxistin, tu carî ji bîr neke. Ger ji bîr bike, tunekirina xwe qebûl dike. Baweriya min ew e ku gelê me dê tu carî vanan ji bîr neke û dê hesabê wê jî mezin bipirse. Niha li Başûr 14 partiyan biryarek wergirtiye û parlamentoya Başûr biryar girtine. Ez wan biryaran di cih de dibînim, silav dikim û hurmetê wan digirim. Ez dibêjim bila van biryaran di pratîkê de pêk bînin. Ne di axaftin û li ser kaxizan bimîne. Ji bo vê pêwîst e sînorê Rojava bi temamî vekin, pêşiya gel vekin. Kesên ku dixwazin biçin Rojava û di şer de cih bigirin, bila biçin, pêwîst e tu astengiyan ji bo wan çênekin. Bi her aliyan ve pêwîst e alîkariyên madî û manewî ji bo qehremanên Rojava bikin. Ya rast ev e. Li beşên din, li derveyî welat ciwanên kurd, keç û xortên kurd, lazim e berê xwe bidin Rojava. Ên ku biçin bila biçin, ên ku naçin li cihên ku dimînin li dijî dagirkeriyê têkoşîna xwe bi her awayê pêş bixin. Kes nikare bêje hûn çima van tiştan dikin. Heqê me ye. Ji ber ku dagirkerên tirk, faşîstên tirk dixwazin bi navê kurd û Kurdistanê her tiştî ji holê rakin. Kurd vêya qebûl nake, mirovatî vê qebûl nake. Kurd ji bo ku bijîn, ji bo ku azad bijîn, çi ji destên wan were dê bikin. Ev jî mafê kurdan e.

* Bang û peyamên we yê dawî ji bo gelê kurd, şervanên kurd û hemû dostên kurdan çi ye?

Niha min di destpêkê de jî got; dewleta faşîst, dagirker û qirker a tirk dixwaze li ser sînorê aliyê Bakur de navçe û gundan vala bike. Da ku careke din kurd venegerin wir û bi vî awayî karibin qirkirina kurdan temam bikin. Ji bo vê li Bakur gelê me lazim e gund, bajar û malên xwe terk neke. Bimire jî terk neke. Ya rast ev e. Li dijî dagirkeriyê wisa bisekine, bi biryar, bi cesaret! Ger wisa bisekine, dagirker nikarin vê biryarê pêk bînin. Niha diçin li pêş avahiyên HDP, dixwazin daxuyaniyan bidin. Ev şaş e. Dagirker vêya dizanin, ji bo vê tedbîrên xwe digirin. Li pêş wan avahiyan polîs, MÎT û zilamên wan hazir, amade ne. Kesên tên wir nahêlin bicivin, daxuyaniyekê bidin. Ji bo vê ne lazim e biçin wan avahiyan. Ne lazim e biçin navenda bajaran. Her kesek li kolanên xwe, li kuçeyên xwe dikarin derkevin protestoyan bikin. Ger wisa be li hemû kolan, kuçe, gundan li her derê li dijî dagirkeriyê serê xwe rakin, dagirker nikarin kontrol bikin. Wê pêşiya kî/kê bigirin? Wê kî/kê bigirin? Nikarin! Gelê me ew zilma wan, zextên wan wisa dikare perçe perçe bike. Dikarin serhildaneke wisa mezin pêş bixin, li Tirkiyeyê dawî li faşîzmê bînin. Lazim e gelê me tevahî çi li Bakur be, li beşên din be an jî li derveyî welat be, divê bizanibe ku heta ew desthilatdariya faşîst a AKP-MHP têk neçe, zîhniyeta dagirkeriyê, qirkeriyê nayê guhertin. Tu caran kurdan qebûl nakin, bi kurdan re têkiliyê ava nakin, pirsgirêkê çareser nakin. Kengî ev desthilatdarî şikest, wê demê mimkun e kurdan qebûl bikin, çareserkirina pirsgirêka kurd qebûl bikin. Wisa nebe dixwazin kurdan ji holê rakin. Bi navê kurdan tiştekî nehêlin. Ji bo vê êrîşî hemû tiştên kurdan dikin. Kurd van tiştan dibînin. Ma kurd dê wisa bijîn. Ev ne jiyan, ji bo kurdan mirine. Ji bo vê, rojek pêş de lazim e vê qebûl neke, red bike, bide bin lingan. Ger rabe ser pêyan dibe ku berdêlan bide lê belê wê bi vêya jî jiyan bike û dê vê siyasetê parçe parçe bike. Niha li Bakur, gelê me lazim e vê bike. Li her cihekî rabe ser pêyan. Li kolanên xwe, li kuçeyên xwe, li cadeyên xwe, li taxên xwe, li gundên xwe.  Wê demê gelo dagirker wê ku derê kontrol bikin? Nikarin! Dê wisa bişikên. Bi şêwazê heyî rehet dikarin kontrol bikin, bêbandor bikin. Ji bo vê jî kes nikare li dijî vê bisekine. Pêwîst e di vê mijarê de guhertineke esasî were kirin. Niha li Tirkiyeyê yên ku li dijî faşîzmê; çi gel dibin, ol dibin, mezhep dibin, çand dibin; hemû di eniyekê li dijî faşîzmê de lazim e bigihêjin hev. Li ser çend xalan dikarin bigihêjin gel hev. Ne lazim e wisa li ser gelek tiştan werin gel hev. Li dijî faşîzmê dikarin pîvanekê ji bo xwe esas bigirin, demokrasî ji bo xwe esas bigirin, azadî û edaletê ji bo xwe esas bigirin. Vê ya her kes dikare qebûl bike. Li ser vê dikarin li dijî faşîzmê bisekinin. Ê ku li Tirkiyeyê dibêjin em li dijî faşîzmê ne, em demokrat in, em sosyalîst in, em welatparêz in, ger li gel kurdan cih negirin, dawiya wan qirkirin e. Ger ku hîn jî jiyan dikin, ji ber ku kurd têkoşînê dikin, ji ber vê jiyan dikin. Ger kurd di qirkirinê re werin derbaskirin, ew yek jî namînin. Lazim e vê rastiyê her kesek bibîne. Niha Tirkiye bi navê gelê Tirkiyeyê dibêje ez vî şerî dimeşînim. Gelo gelê Tirkiye vê qebûl dike an nake, lazim e vê diyar bike. Tirkiye bi hemû derfetên gelên ku li Tirkiyeyê dijîn, vî şerî dimeşîne. Ev gel dê vê qebûl bike yan neke? Niha ji bo gelê Tirkiyeyê hemû jiyan bûye jehr. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê hemû derfetan dixe xîzmeta şer. Pê ve qirkirina gelan pêş dixe. Ji bo vê ew pirsgirêka aboriyê tê jiyankirin. Gelo dê vêya qebûl bikin an nekin. Lazim e vê biryarê aşkera bikin, bi cesaret bidin. An dê qebûl bikin, teslîmî faşîzmê bibin û bibin şirîkê sûcê wan an jî dê li pêşiya wan bisekinin û li gel kurdan pêk ve, wê dawiya faşîzmê bînin. Derveyî vê rêyeke din tune ye. Li hemû beşên Kurdistanê jî gelê me lazim e bizanibe ku ger li Rojava xwedî dernekeve û berxwedana rûmetê bi ser nexe, li hemû beşan gelê kurd dê ji qirkirinê re derbas bibe. Dewleta tirk biryara vê daye. Dibêje ez êdi 3’yemîn Şerê Cîhanê de dikarim vê pêk bînim. Dibêje; ‘Min di şerên 1’emîn û 2’yemîn ên cîhanê de ermen, suryan, asur, pontus, cihû û hwd. qir kirin. Ez dikarim niha jî kurdan ji qirkirinê re derbas bikim.’ Ji bo vê kurd di navbera xwe de dibe ku fikrên xwe cuda bin, pirsgirêkên xwe hebin, bila dîsa hebin lê belê di mijarên neteweyî de lazim e dest bidin hev, li xwe xwedî derkevin. Ji bo vê bi lez konferanseke neteweyî lazim e were lidarxistin. Di vê aliyê de hin bangawazî çêbûn, em piştgiriyê didin. Lazim e ew di axaftinê de û dereng nemîne. Îro ji bo kurdan ji av, hewa û nan hîn zêdetir pêwistî bi Konferansa Neteweyî heye. Lazim e ew konferans bi lez kom bibe, biryaran bigire. Wê demê ew têkoşîna kurd hîn xurt dibe, dagirker nikarin wisa li ser kurdan qirkirinê bimeşînin, kes nikare wisa li ser kurdan berjewendiyên xwe pêş bixe, ji bo berjewendiyên xwe jî kurdan bikin qurban.

Niha li cîhanê ragihandin nûçeyên di cih de belav dikin, nirxandinên di cih de pêş dixe; ango wijdana mirovahiyê tîne ziman. Ev baş in. Ragihandin li ser qada navneteweyî, li ser dewlet û hikûmetan jî bandoran dike. Dikare biryarên wan biguherîne. Ji bo vê lazim e em vê bibînin û ragihandinê xurt bikin. Alîkariya ragihandinê jî bikin ku ragihandin karibe  têkoşîna tê meşandin nîşan bide. Ev dikeve xîzmeta gelê me. Dîsa yê ku wijdanê mirovahiyê temsîl dikin, li gel kurdan in, li dijî dagirkerên faşîst ên tirk disekinin, li dijî hikûmetên xwe disekinin. Ew jî baş e. Bi vê wesîleyê ez hem gelê me him dostên gelê kurd ên ku wijdanê mirovahiyê temsîl dikin, hemûyan silav dikim, pîroz dikim. Ez dibêjim ger ew berxwedana rûmetê, ew şerê ku niha tê meşandin di her aliyan de were pêşxistin, dewletê dagirker, faşîst û qirker nikare pêşiya wê bigire. Dibe ku çekên wan hene, hinek dostên wan ên veşartî jî hene, bi alîkariya wan dikare gelek berdêlên giran bi kurdan re bide jiyankirin, êşan bide jiyankirin, jixwe dide jiyankirin jî lê belê gelê me jî, şervanên HSD, YPG-YPJ’ê jî, gelê bakurê Sûriyeyê bi tevahî jî bi qehremanî li dijî dagirkerî, faşîzm û qirkirinê şer dikin. Hemû berdêl dane ser milên xwe. Hemû êş dane ber çavên xwe û dibêjin em erdên xwe, gundên xwe, malên xwe terk nakin. Em rûmeta xwe nadin ber lingan. Ji bo vê ez wan silav dikim, pîroz dikim. Rêya rast ev e. Ji bilî vê, tu rêyên din nînin. Kurd dê bi berxwedanê, di berxwedanê de jî bi serkeftinê dikare encam bigire. Derveyî vêya ji bo kurdan rêyeke din nîne. Ger derveyî vê rêyeke din bide ber xwe, dikeve xîzmeta hinekan. Dibe qurbaniya berjewendiyên hinek dewletan, weke Rûsya, Amerîka kiriye. Ger gelek xwedî îrade, biryar, cesaret be û têkoşîneke rewa, mafdar bimeşîne; hem jî ji bo serkeftinê vê têkoşînê bimeşîne, kes nikare îradeya wan bişikîne, teslîm bigire, nikare wana tasfiye bike. Dibe ku êşên mezin jiyan bikin, berdêlên mezin bidin lê belê dê di encamê de qezenc bikin, hem jî mezin qezenc bikin. Îro kurd ne tenê ji bo rûmeta xwe têkoşînê dikin, êşê dikişînin, berdêlan didin; ji bo tevahiya gelên herêmê, Rojhilata Navîn, ji bo mirovahiyê ê ku wijdanê mirovahiyê temsîl dikin, ên ku ji bo edaletê, demokrasiyê, azadiyê, wekheviyê têdikoşin, ji bo van hemûyan van berdêlan didin, êşan dikişînin. Ji bo vê jî mirovahî xwedî li vê têkoşînê derdikeve. Kurd ji bo ku fêm kiriye dewleta faşîst û qirker a Tirkiyeyê dixwaze bi navê kurd û Kurdistanê çi hebe ji holê rake, ji bo vê li Rojava, li wê têkoşîna rûmetê xwedî derdikevin. Li wê xwedî derketin li xwe xwedî derketin e. Ji bo vê hemû berdêlan dide ber çavan. Ji bo vê jî di encamê de dê gelê kurd qezenc bike. Hem jî dê mezin bide qezenc kirin. Li ser van esasan careke din ez wan silav dikim, pîroz dikim. Lazim e HSD, YPG-YPJ, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî, di serî de kurd û ereb, suryan, asur, çerkez, ermen, tirkmen, çi çand, mezhep, gel hene, divê bizanibin em li gel wan in. Bi hemû îmkanên xwe ve em li gel wan in. Em ê têkoşînê bikin, em ê qezenc bikin. Li ser vî esasî ez ji we re serkeftinê dixwazim.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar