MSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta tirk bi êrîşên xwe li herêmê qirkirinê dike, sûcên şer dike û demografyaya herêmê diguherîne. MSD’ê bang li qada navdewletî kir ku ji bo lêkolînkirina sûcên şer ên dewleta tirk bên herêmê û lêkolînan bikin
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Parka Xwendinê ya Çandê ya Qamişloyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de gelek dezgehên çapemiyê yên herêmî û erebî amade bûn. Di daxuyaniyê de hevseroka MSD’ê Emîne Umer axivî û sûcên şer ên dewleta tirk vegotin. Di daxuyaniyê de wêneyên Sekretera Giştî Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef, kesên di êrîşên qirkirinê de hatine qetilkirin û kesên bi çekên kîmyewî hatine birîndarkirin hatibûn hilgirtin.
Di daxuyaniyê de Emîne Omer ji ewilî bal kişand ser agirbestê û got ku tevî ragihandina HSD’ê ya pêkanîna agirbestê û sekinandina şer li eniyên Serêkaniyê û Girê Spî, dewleta tirk nesekinî û Serêkaniyê hê jî dorpêçkirî maye. Omer diyar kir ku dewleta tirk nehişt birîndar û sivîl ji bajar derkevin. Omer wiha dom kir: “Qetilkirina sivîlan û têkbirina ewlehî û aramiya herêmê piştrast dike ku dewleta tirk hewl dide şêniyên resen koç bike û demografyaya herêmê biguherîne.”
235 sivîl hatin qetilkirin
Bi berdewamî jî Omer got ku dewleta tirk bi êrîşa xwe ya ku qaşo bi hinceta ‘herêma bi ewle’ dike re gelek dever wêrankirin, malên gel talankirin, binesaziya herêmê hedef hate girtin û ev tişt anî ziman: “Di encama êrîşên heta niha de 22 jê zarok, 235 sivîl hatin qetilkirin û 677 jî birîndar bûn. Piraniya birîndaran rewşa wan giran e. Raporên tenduristiyê nîşan dide ku hin rewşên şewatê hene ku nayê zanîn ji ber çi wisa pê bûne. Em bang li aliyên pêwendîdar ên navdewletî dikin ku bên vir û lêkolîn bikin.”
Sûcên şer hatin piştrastkirin
Omer anî ziman ku dewleta tirk bi awayeke bêserûber bi balafir, tank û topan gund, bajarok û bajaran hedef digire û wiha pê de çû: “Vê jî bi xwe re karesateke mirovî anî. Heta niha nêzî 300 hezar şênî koçber bûn û di rewşeke zehmet de ne. Lê rêxistinên navdewletî piştî êrîşên dewleta tirk tevahiya karmendên xwe vekişandin. Rêxistina Efûyê ya Navdewletî di rapora xwe ya di 18’ê cotmeha 2019’an de piştrast kir ku dewleta tirk sûcên şer dike.”
Rewşa Serêkaniyê
Der barê Serêkaniyê de jî Omer ev agahî dan: “Şevek berê tîmên girêdayî Xaça Sor a Naveteweyî û Heyva Sor a Kurd derbasî Serêkaniyê bûn. Bi xwe re 37 birîndar û 7 şehîd derxistin. Lê korîdora mirovî careke din hate girtin û hê jî bi dehan birîndar li bajar asê mane.”
Belgeyên sûcên şer
Hin nav, wêne û belgeyên sûcên ku bi mafên sivîlên ewle de pêk hatine ev in:
* Zaroka bi navê Sara Husên di 10’ê cotmehê de di encama topbarana li dijî taxa Qidûr Beg a Qamişloyê de birîndar bû û lingê wê qut bû.
* Zarokê bi navê Mihemed Yûsif Husên ku birayê Sarayê ye, di 10’ê cotmehê de di encama topbarana li dijî taxa Qidûr Beg a Qamişloyê de şehîd bû.
* Zarokê bi navê Mihemed Hemîd Umer (13) di 15’ê cotmehê de li Serêkaniyê di encama çekên ku guman heye yên qedexekirîne de birîndar bû.
* Gundê Zirganê yê Serêkaniyê di 16’ê cotmehê de bi balafiran hate bombebarankirin.
* Balafirên şer ên dewleta tirk di 18’ê cotmehê de gundê Mişrafa yê Serêkaniyê bombebaran kir û di encamê de di bin kavilên avahiyan de cenaze hatin derxistin.
* Di 16’ê cotmehê de li Serêkaniyê zarokek di encama çekekê qedexekirî de şewitî.
* Di 17’ê cotmehê de herêmekê li nêzî Eyn Îsayê hate bombebarankirin.”
Banga ji bo qada navneteweyî
Omer piştre jî spasiya raya giştî ya cîhanê û civaka navdewletî û her kesên li dijî êrîşan sekinîne kir û wiha bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî kir: “Em dixwazin ku bi erkên xwe rabin zextê li dewleta tirk bikin da ku pêşî li vê kareseta mirovî bikin. Em dixwazin ji bo parastina agirbestê, çavdêrên demkî bişînin. Her wiha da ku bibe daîm a vekişîna bi temamî ya artêşa tirk a ku bi çeteyên girêdayî wê re sûcên qirkirinê bi mafên sivîlan de pêk anîne û milkên şêniyan talan kirine. Em dixwazin ku şandeyên pispor ên Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty) werin ku sûcên heyî belge bikin. Em dixwazin ku berpirsyarên kuştina şehîd Hevrîn Xelef û gelek sivîlên din bên diyarkirin. Em dîmenên sûcê şer pêşkeşî dadgehên navdewletî dikin. Em dixwazin ku ji bo Serêkaniyê korîdoreke mirovî ya daîmî vebibe. Em bang li rêxistinên navdewletî dikin ku ji nû ve karmendên xwe bişîne û berpirsiyarê li hember 300 hezar koçber be.” QAMIŞLO