Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê herêma Şehbayê û gundê Şera ya Efrînê topbaran kir
Artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomînin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê topên hawanê avêtin derdora navçeya Arfad (Til Rifat) a kantona Şehbayê û bi obusan jî gundên Minix, Şewarxe, Keka Şewarxe yên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran kirin. EFRÎN