Berdevkê HSD‘ê Kîno Gabrîel ragihand ku di çarçoveya lihevkirina agirbestê de wan hêzên xwe ji Serêkaniyê vekişandine
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Kîno Gabrîel diyar kir ku li gorî lihevkirina agirbestê ya bi dewleta tirk re ku bi navbeykariya Amerîkayê hatibû kirin, hêzên xwe ji Serêkaniyê bi temamî vekişandine.