Bi dehan cenazeyên çeteyên dewleta tirk ên ku di şerê Serêkaniyê de hatine kuştin, li Efrîn û Ezazê hatin veşartin
Dewleta tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê bi dehhezaran komên çete yên DAIŞ, El Qaîde, El Nusra û OSO’yê bikartîne. Di van êrîşan de bi sedan jê hatin kuştin.
Çavkaniyên ji Cindirês a Efrînê û herêma Ezazê ya bakurê Helebê destnîşan kirin ku cenazeyên bi dehan çeteyên Cebha El Şamiyê yên ku di şerê li Serêkaniyê de hatine kuştin, li gundên Ezaz û Efrînê hatin veşartin.
Li gorî heman çavkaniyan gelek cenaze li navçeya Mabata û gundê Badîa yê girêdayî wê, gundê Qetma yê navçeya Şerayê û deverên din ên herêma Ezazê hatin veşartin. EFRÎN