Polîsan daxuyaniya HDP’a Amedê ya ji bo Rojava asteng kir. Bi dehan polîsan parlamenterên HDP’ê dorpêç kirin û demekî dirêj weke rehîneyan girtin
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê xwest têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê li ber avahiya Plaza AZC a Amedê daxuyanî bide. Lê polîsan bi hinceta ‘Biryara qedexeya çalakiyan a walîtiyê heye’ nehêla ku daxuyanî bê dayîn.
Polîsan welatiyên ku dixwestin tev li daxuyaniyê bibin belav kirin, rojnameger ji cihê çalakiyê dûrxistin û nehiştin ku rojnameger çalakiyê bikişînin. Bi sedan polîs û dehan maşîneyên zirxî ku derdorê dorpêç kirin bi mertalan derdora parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Salîha Aydenîz, Dêrsim Dag, Semra Guzel û Mûsa Farusogullari û rêveberên HDP’ê û DBP’ê girtin.
Parlamenterên HDP’ê ku bertek nîşanî pêkanînê dan demek dirêj di dorpêçê de hatin hiştin. Polîsan nehişt ku welatî biçin cem wekîlan û temaşekirina li dorpêçê jî asteng kirin. Piştî nîqaşên dirêj polîsan dorpêç vekir û piştî demekê wekîl ji dorpêçê hatin tehliyekirin. AMED