Komeke ji aktîvîst, mamosta û rewşenbîrên ji navçeya Kelar a Germiyanê, bi daxuyaniyekê Eniya Boykotkirina Malên Tirkî ragihand. Eniyê da zanîn ku dê mal bi mal bigerin û ji welatiyan re boykotkirina malên tirkan vebêjin
Komeke ji aktîvîst, mamosta û rewşenbîrên ji navçeya Kelar a Germiyanê, bi daxuyaniyekê Eniya Boykotkirina Malên Tirkî ragihand. Dê ji bo berfirehkirina boykotkirina malên dewleta tirk dest bi çalakiyan bikin.
Daxuyanî li Parka Yane ya Rewşenbîran a Kelarê bi tevlêbûna mamosta, aktîvîst û rewşenbîran ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew daxwazê ji hemû welatiyan dikin ku malê tirkî boykot bikin û êdî bazirgan bila malên tikran neyînin.
Bi berdewamî jî ev tişt hatin gotin: “Em ê dest bi çalakiyan bikin û mal bi mal bigerin. Ji bo ku welatiyan ji bo boykotkirina malên dewleta tirk agahdar bikin. Her wiha daxwaz dikin ku dest bi çalakiyan bikin. Mal bi mal bigerin û li bazaran ji bo boykotkirina malên dewleta tirk çalakiyên meydanî pêk bînin.” KELAR