Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Li Silêmaniye û navçeyên wê ji bo Rojava kampanyayên alîkariyê

Li Silêmaniye û navçeyên wê yên Dukan û Warmawayê ji bo piştgiriya bi gelê rojavayê Kurdistanê re kampanyayên alîkariyê hatibûn destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayan de gelek alîkarî hate berhevkirin û radestî Heyva Sor a Kurd hate kirin

Bi destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê re, gelê başûrê Kurdistanê jî di her alî de kete nava liv û tevgerê. Li hêlekê rojane çalakiyên girseyî tên lidarxistin, li hêlekê alîkarî tê komkirin, çalakiyên cur bi cur tên li dar xistin û li hêla din jî ciwan tev li refên Berxwedana Rûmetê dibin.

Di vê çarçoveyê de li Silêmaniyê hunermendan û Radyoya Xak’ê dest bi kampanyaya komkirana alîkariyê kiribû. Alîkariya ku hatiye komkirin jî li Kargeha Cigare ya Silêmaniyê bi civînekê çapemeniyê radestî Heyva Sor a Kurd hate kirin. Têkildarî mijarê hunermend Berzan Qadir axivî û wiha got: “Kampanyaya me hefteyekê dom kir. Me alîkariya ku kom kiriye radestî Heyva Sor a Kurd kir. Hêvîdarin ku di di demekî zû de bigihe xwişk û birayên me.” Li gorî agahiyên berpirsên kampanyayê zêdetirî 40 tonên alîkariyê hatiye komkirin.

Alîkariya li Dukanê

Bi heman boneyê li bajaroka Dukan a Silêmaniyeyê jî du roj berê hejmareke çalakvanên sivîl, nûnerên partiyên siyasî, mela û rêveberiya Dukanê kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin. Kampanya dê sibê jî dom bike. Endamên kampanyayê da zanîn ku welatî bi awayeke baş kampanyayê pêşwazî dikin û gelek şîr, cilûberg û xurek hatiye komkirin. Endaman daxuyand ku dê alîkariyê bi rêya Heyva Sor a Kurd bişînin Rojava. Endaman diyar kir ku piştgiriya dayîna Rojava erkekî neteweyî ye û divê hemû kurd seferber bibin.

Kampanyaya Warmawayê

Îro li bajaroka Warmawa ya ser bi Şarezûr a Silêmaniyeyê ve jî nûnerên partiyên siyasî, çalakvanên sivîl û rojnamegeran ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Kampanya du rojan dê bidome. Endamên kampanyayê diyar kir ku ji ber ku nikarin biçin eniyên şer, ew li vir alîkariya xwişk û birayên xwe yên li Rojava dikin. Encaman bang li her kesî kirin ku beşdarî kampanyayê bibin û bi erkekî exlaqî, olî û neteweyî piştgiriya xwe pêşkêş bikin. SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar