Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Di bin çavan de hewldana tacîz û tecawizê

Endama SGDF’ê Helîn Yagmur Ucî diyar kir ku ew û du hevalên wê rastî îşkence, gefa tacîz û tecawiza polîsan hatine û got ku polîsan hewl dane li malê bi bataniyeyê hevala wê bifetisînin

Endama Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Helîn Yagmur Ucî, Endama MYK’ê ya Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) Satiye Ok û Endama SKM ya ESP’ê Beren Atici dema li malê bûn, polîsan saet di 04.00 ên 18’ê Cotmehê de bi ser mala wan de girt û bi îşkenceyê binçav kirin. Polîsan deriyê malê şikandin û wan bi îşkenceyê binçavkirin.

Têkildarî binçavkirinê endama SGDF’ê Helîn Yagmur Ucî axivî û diyar kir ku nêzî 2 saetan rastî tacîz û hewldana tecawîzê ya polîsan hat.

Ucî anî ziman ku çawa polîsên rûpoş ketin malê dest bi îşkenceyê kirine û wiha got: “Ewil em li erdê dirêj kirin. Polîsan em dirêj kirin û pêl li pişta me kirin. Bi qasî 10 deqîqeyan li ser pişta me sekinîn. Polîsan xwest em telefonê xwe vekin. Dema me venekir em birin odeyên cuda û îşkence li me kir.”

‘Xwestin bi bataniyeyê bifetisînin’

Di axaftina xwe de Ucî destnîşan kir ku polîsan bi lûleya çekê tacîz kiriye û wiha domand: “Li rûyê min dan û mewê min werimiye. Li 2 hevalên min ên jin jî îşkence kirin. Hevala me Beren li odeyek din îşkene lê dikirin. Dengê wê pir dihat. Dema ez derketim eywabê bataniye avêtibûn ser serê Beren. Çarçef li serê wê gerandibûn. Destê wê bi kelepçeya plastik giredabûn. Zendê wê sor bûbûn. Bi destan tacîz dikirin. Beren nikarîbû nefes bistenda. Dixwestin wê bi bataniyê bifetisînin. Çavên wê girêdayî bû. Dixwestin rûyê wê bigirin û bifetisînin.”

‘Bi copan gefa tecawizê xwarin’

Ucî diyar kir ku polîsan bi israr xwestin li telefona wê binerin û ji ber ku wê destûr neda polîsan hewl dan tiliya Satiye Ok bişikînin û ev tişt anî ziman: “Polîsan got ‘Ka meqesê bînin em porê wê jêkin. Ji ber ku li min didan serê min li jêr bû. Polîsê ku çek xistibû serê min, rûpoş ji serê xwe derxist û rûyê xwe nîşanî min da. Got ‘Vî rûyê min ji bîr neke. Ez ê rûyê te yê xweşik perçe bikim’ Polîsekî din got ‘Ger hûn bi ya me nekin em ê bi vî copî tecaawîzî we bikin.’ û gef li me xwarin.”

Di berdewamê de Ucî da zanîn ku piştî lêgerîna li malê polîsan bi zorê xwestine girteka ku zirar negîhiştiye mala wan bi wan bide îmzekirin û dîsa rastî tundî û gefên tacîzkar hatin.

Di bin çavan de îşkence

Her wiha Ucî anî ziman ku Beren a der barê wê de biryara binçavkirinê tune bû ji ber li malê rastî îşkenceyê hat 2 roj in verdişe û nikare bi hêsanî nefesê bistîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rojê 2 derziyan li xwe dide û bi derman li ser pêyan dimîne. Dîsa hevala me Satiye ji ber êşa serê xwe û stûyê xwe nikare bi şev razê. Mil û pêyên wê ji ber lêdanê reş û şîn bûne. Em li Midûriyetea Polîsan a Amedê rastî îşkenceya tazîkirinê hatin. Ji ber ku me destûr neda lêgerîna tazî bikin, di bin çavan de îşkence kirin. Me di îfadeya dozgeriyê de jî anî ziman ku em ji polîsan bi gilî ne.”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar