PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Divê boykotkirina malên tirkan bi giştî û demdirêj be’

Dikandarên Silêmaniyê jî tev li boykotkirina malên tirkî dibin. Dikandaran got ku êdî welatî dema tên naxwazin malên tirkan bikirin. Dikandaran got ku divê boykota li ser malên tirkî demdirêj be. Her wiha ofîsa firotina bilêtên balafiran a Çomanê jî firotina bilêtan a ji bo Tirkiyeyê betal kir

Gelê başûrê Kurdistanê piştî ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi êrîşa dagirkeriyê ya li dijî rojavayê Kurdistanê kir, weke rêbazekê çalakiyê di her alî de dest bi boykotkirina malên tirkî kir. Bangawaziya boykotkirina malên tirkan her ku diçe li başûrê Kurdistanê berfirehtir dibe.

Di vê çarçoveyê de li bajarê Silêmaniyeyê jî ji ber boykotkirina welatiyan a kelûpelên tirkî bazara berhemên navxweyî germtir bûye. Welatî li şûna berhemên dewleta tirk bikirin, berhemên xwemalî dikirin. Dikandar dibêjin ku ji roja êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojava heta niha kirîna malên dewleta tirk kêm bûne. Dikandar dibêjin ku divê li xalên sînorî pêşî li ketina kelûpelên dewleta tirk bê girtin.

Divê boykot demdirêj be

Dikandaran destnîşan kir ku welatî tên di serî de pirsa bê ka malê tirkî ye yan na dikin û li gorî vê yekê pêwîstiyên xwe dikirin. Dikaran got ku ew jî êdî malên tirkan nayînin dikanên xwe. Dikandaran da zanîn ku wan gelek barên xwe yên ji bo malên tirkan sekinandî ne. Dikandaran daxuyand ku divê boykotkirina malên tirkan giştî û demdirêj be. Dikaran got ku ger hikûmet nehêle malên tirkan bikevin bazara Başûr, hem dê derb li aboriya dewleta tirk bikeve û hem jî malê navxweyî dê zêdetir bibe.

Êdî bilêtên dewleta tirk nafiroşin

Bi heman boneyê Ofîsa bilêtan a seferên balafiran a ji bo Tirkiyeyê ya li Çoman a Hewlerê biryar da ku êdî bilêtên seferên balafiran ên ji bo çûyîna Tirkiyeyê nefiroşe.  Xwediyê ofîsê alaya Tirkiyeyê ji rêzên alên welatên din jî derxist.

Piştî êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojava, weke helwesteke neteweyî bi dehan kompanyayên Herêma Kurdistanê kel û pelên Tirkiyeyê boykot kirin. Bi heman armancê gelek televîzyonan jî weşandina rêzefilmên tirkî dan sekinandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar