Berpirsê Têkiliyên Giştî yê HSD’ê Rêdûr Xelîl bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan dê ji hemû deverên ku li gorî agirbestê hatine diyarkirin, vekişin
Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Rêdûr Xelîl bi daxuyaniyekê ragihand ji bo ku êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî bisekinin, ew li gorî agirbesta di navbera dewleta tirk û DYA’yê de hatiye ragihandin tevdigerin. Xelîl got ku dewleta tirk agirbestê binpê dike.
Xelîl herî dawî jî wiha got: “Li gorî agirbestê, dê hêzên me yên di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de heta bi rêya M4 bi temamî vekişin. Bi vî awayî dê agirbest mayînde bibe û divê DYA ku garantora vê agirbestê ye berpirsyariya xwe pêk bîne.”