Welatiyên Tirbespiyeyê li dijî êrîşên dewleta tirk, meşek li dar xist. Di çalakiyê de hat gotin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe li gel HSD’ê ye. Welatiyan bang li rêxistinên navdewletî kir ku sûcên şer ên dewleta tirk belge bikin
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê, bi sedan welatiyên Tirbespiyeyê ên ji hemû pêkhateyên wê, meşek li dar xist. Meş ji pêşiya navenda Kongreya Star dest pê kir û çalakvan ber bi navenda Heyva Sor a Kurd ve meşiyan.
Di meşê de welatiyan alên HSD’ê û TEV-DEM’ê û pankartên ‘Tirkiyê dewleteke terorîst e’ û ‘Ji dagireriya Tirkiyeyê re Na’ hilgirtin. Meş li navenda Heyva Sor a Kurd veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de cîgirê seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hîkmet El Hebîb û endama Koordînasyona Kongreya Star Daliya Henan axivîn.
Di axaftinan de banga bilindkirina tekoşînê û berxwedanê hate kirin. Her wiha axaftvanan bang li civaka navneteweyî kir ku sûcên ku artêşa tirk û çeteyên wê yên derheqê sivîlan de belge bikin. Axaftvanan got ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe dê desteka HSD’ ê bikin.
Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû. TIRBESPIYE