Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji Başûr, Rojava

Hin dem û roj hene, dem û rojên dîrokî ne û bi xwe re herikandina dîrokê diguherîne. Hin dem û roj  hene, bi xwe re gelek guhertinên civakî û siyasî tînin. Dagirkirina dewleta tirk a li ser Rojava û li hember vê yekê berxwedan û sekna gelê kurd bûyerek ewqas bi bandor û dîrokî ye. Piştî êrîşên dewleta tirk a li ser rojavayê Kurdistanê, berxwedana qahremanên li Rojava, li hemû gelê cîhanê xwedî derketina gelê Kurdistanê û bertekên raya giştî, ji bo vê yekê nîşaneyên  mezin e. Ger ev yek berdewam bike, wê  qedera kurdan ên sedsalî were guhertin. Dewleta tirk, dixwaze koka gelê kurd biqelîne. Qirkirina sedsalî bi van êrîşan bi dawî bike. Dixwaze xwe bi rengî bigihîjine 2023’yan. Yanî sedsaliya avakirin Komara Tirkî . Lê ger berxwedan gelê kurd bi ser bikeve, ne Erdogan wê bimîne ne jî komar. Wê 2020 bibe sala têkbirina faşîzma Erdogan. Di êrîşên 10 rojan de ji ber ku ev yek hate dîtin, navber dan û sekinandin. Ên ku êrîş û dagirkeriya Rojava plan kirin, wan bixwe vê yekê sekinandin. Ji ber ku rewş li gor wan nemeşiya. Ji ber ku bertekên mezin derketin holê.

Piştê ku dewleta tirk êrîşên rojavayê Kurdistanê kir û xwest dagir bike, li başûrê Kurdistanê seknek pîroz û netewî derket holê. Em dikarin bibêjin ku ev sekna gelê başûrê Kurdistanê, hizban, rêxistinan, saziyan, li pey xwe hişt û li dûv xwe ve kişand. Li Silêmanî, Hewlêr, Duhok, Zaxo, Diyana, Kelar, Çemçemal, Ranya û gelek cihên din nêzî sedhezar başûrî derketin kolanan. Tenê ne rojek, her roj derket. Bi dil bi can bi ruh dirûşmeyan diavêtin û bi van dirûşmeyan peyamên girîng didan. Dirûşma ‘Yek e yek e  yek e gelê kurd yek e’ peyama yekitiya neteweyî bi lezgînî dida. Ji ber ku ji bo yekitiya netewî, rola başûrê Kurdistanê pir girîng e. Gelê Başûr têgiştiye ku dewletê tirk neyarê hemû gelê kurd e. Dizane ger Rojava bikeve dê dor were Başûr. Ji ber vê yekê gelek ciwanên başûrê Kurdistanê, berê xwe dan Rojava û tev li şoreşa Rojava bûn. Dîsa cara yekem bû ku ewqas tiştên ku ji Tirkiyeyê dihatin stendin, bi helwestek mezin hate boykotkirin. Li sûk, tax û kolanên başûrê Kurdistanê yek rojev xwedî derketin û serkeftina Rojava ye.

Daxuyanî û peyamên rayedarên başûrê Kurdistanê jî girîng û di cihê de bûn. Taybet ji daxuyaniya  birêz Mesût Barzanî, ji bo yekitiya neteweyî pir girîng bû. Parlamentoya başûrê Kurdistanê, rûniştinek taybet ji bo Rojava pêk anî. Piştî civîna parlamantoyê biryarên di her alî de alîkariya Rojavayê Kurdistanê hate girtin. Kanalen tv ên wek Rûdaw û K24, 24 seatan weşanên zindî dikirin û zimaneke neteweyî bikar dianîn. Êrîş û berxwedana rojavayê Kurdistanê li başûrê Kurdistanê encamek dîrokî derxist holê. Gelê kurd hemû li bendê ye ku ev encam xwe bigihîne astek mezin. Ger hemû hizb, rêxistin, şexsiyet li erkên xwe yê neteweyî xwedî derkevin wê rejîma qirqirina gelê kurd ên sedsalî, bi hemû hevalbendan xwe ve wê têk biçe. Heta ev rejîma ku hebûna xwe bi tunebûn û qirkirina kurdan ve girêdaye hebe, li tu derê cîhanê ji bo yek kurdekî jî jiyan nine. Hebûna gelê kurd jî bi têkçûyîna kujerên gelê kurd ve girêdayî ye. Ev diyalektîk bûye rastiyek.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar