Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin

Li girtîgehan her diçe binpêkirinên mafan zêdetir dibin. Girtiyan bi rêya nameyan an jî malbat û parêzeran radigihînin gardiyan di bin navê ‘lêgerînê’ de bi kuçikan dikevin qawişan. Her wiha girtiyan diyar kirin ku hemû mafên wan ji destê wan hatiye girtin

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê binpêkirinên mafan her diçe girantir dibe Girtiyan bi rêya nameyan an jî bi rêya malbat û parêzerên xwe radigihînin ku şert û mercên girtîgehan her diçe girantir dibin.

Girtiyên li Girtîgeha Jimare 2’yan a Tîpa T a Osmaniyeyê jî nameyek ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê re şandin û di nameyê de bal kişandin ser binpêkirinên mafan. Girtî Mehmet Kazicî Mîkaîl Pelît, Şeyhmûs Kaya, Nacî Salman, Adem Amaç, O.Azad Încî, Mehmet Kiliç û M. Salîh Aktaş name şandin û gotin ku êdî bi kêfî cezayên dîsîplînê li wan tên birîn.

Girtiyan destnîşan kir ku mafên wan ê qanûnî tên binpêkirin û wiha gotin: “Jimariya li ser pêyan tê ferzkirin û ji ber vê cezayê dîsîplînê li me tê birîn. Îdareya girtîgehê dest datîne ser pirtûk û kovaran. Rojnameya Yenî Yaşamê andin. Mafên me yên ji bo sohbet û atolyeyan tên binpêkirin. Dest danîn ser radyoyên me. Ser hewadariyê bi têlan hatiye girtin. Malbatên me bi saetan li derve tên sekinandin. Em dixwazin ev pêkanîn bi dawî bibin.”

Girtiyan di nameyê de anîn ziman ku wan serî li Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê jî dane lê belê bersivê nedane wan.

Bi kuçikan re lêgerînê dikin

Girtî Mehmet Zahît Şahîn (34) ê di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de cih digre, bi navbeynkariya malbata xwe binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê vegot. Şahîn ê 13 salin girtiye, diyar kir ku rayedarên girtîgehê di bin navê ‘Lêgerînê’ de bi ser qawîşan de digirin û bi kuçikan lêgerînê dikin.

Xwişka Şahîn, Tayîbe Şahîn dest nîşan kir ku gardiyan bi şev bi kuçikan dikevin qawîaşn û lêgerîn dikin. Şahîn da zanîn ku li girtîgehê binpêkirinên mafan pir zêde ne û anî ziman ku dema birayê wê di hevdîtina telefonê de behsa binpêkirinên mafan kiriye hevdîtina wan hatiye birÎn.

Her wiha parêzerê Şahîn, Dîdar Erdem û Serhat Çakmak jî diyar kirin ku ew ê debarê binpêkirinên mafan de li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê gilî bikin.

Heqê wergerê ji girtî xwestin

Di dema Darbeya Leşkerî ya 1980’yî de li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê, dirûşmeya ‘Bi tirkî biaxive pir biaxive’ li girtiyan dihat ferzkirin. Niha jî li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê tiştekî bi vî rengî qewimî.

Girtiyê bi navê Fethî Yaşa, di meha sibatê de bi kurdî 3 name şandindiye lê belê îdareya girtîgehê fatûreyeke 180 TL daye ber Yaşa. Ji ber ku name bi kurdî hatine nivîsandin, îdareya girtîgehê ji bo wergêrê serê nameyê 60 lîre ji Yaşa xwestiye. Girtîgehê di 22’yê tîrmehê de teblîxat ji Yaşa re şandiye.

Ji ber vê Yaşa li Girtîgeha Cezayê Giran a 2’yan îtiraz kir. Yaşa di îtiraza xwe de diyar kir ku bi salan e bi kurdî nameyan dinivîsîne û dişîne û nameyên bi kurdî jê re tên, lê belê cara ewil e bi tiştekî bi vî rengî re rû bi rû maye û bal kişand ser zimanê xwe yê zikmakî.

Lê belê Dadgeha Cezayê Giran a 2’yan a Amasyayê, di biryara xwe de diyar kir ku biryara hatiye girtin di cî de ye û îtiraza Yaşa red kir. Yaşa ragihand ku ew ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bide.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar