Parlamenter û rêveberên HDP’ê, endamên Meclisa Şaredariya Peyasê û welatî bi meşekê tayînkirina qeyûm şermezar kirin
Parlamenterên HDP’ê Salîha Aydenîz, Dersîm Dag, Semra Guzel û Remziye Tosun, rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan, endamên Meclisa Şaredariya Peyasê ya Amedê û welatiyan xwestin li ber avahiya şaredariyê tayînkirina qeyûman şermezar bikin. Lê polîsan destûr neda daxuyaniyê.
Hevserokê HDP’a Amedê wiha bertek nîşanî rewşê da: “Qeyûm tayînî şaredariyên me kirine. Ev mafê me yê herî demokratîk e ku em daxuyaniyê bidin. Lê destûrê nadin daxuyaniya me. Hûn ê devê me qefle bikin?”
Meş lidar xistin
Polîsan girseyê dorpêç kir û got heke daxuyanî bê dayîn dê mudaxele bike û kesan bixe binçavan. Polîsan destûr neda rojnameger wêne û dîmenan bikêşînin û wan ji ber avahiyê dûr xistin. Girse demek dirêj li ber şaredariyê sekinî û pişt re bi meşekê heta avahiya HDP’ê ya Peyasê lidar xistin. Girseyê dirûşm berz kirin û meşa xwe li ber avahiya partiyê bi dawî kirin. AMED