Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li gelek bajaran li dijî HDP’iyan operasyona binçavkirinê

Li gelek bajaran polîsan bi ser endam û rêveberên HDP’ê girtin û di encamê de gelek kes hatin binçavkirin

Piştî tayînkirina qeyûman ên şaredariyên HDP’î li gelek bajaran polîsên AKP’ê li dijî rêveber û endamên HDP’ê dest bi operasyona binçavkirinê kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Osmaniye de da destpêkirin vê sibê polîsan bi ser malên HDP’iyan de girt. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û endamên HDP’ê Îsmaîl Esen û Mehmet Durdu bi hinceta li ser hesabên xwe yên medya civakî li dijî şer parvekirinan kirine binçav kirin. Her du HDP’iyan birin Midûriyeta Polîsan a Osmaniye.

Endamên Meclisa Ciwanên HPD’ê hatin binçavkirin

Polîsan li Mêrdîn û navçeyên wê di 10 û 11’ê Cotmehê de bi ser malan de girtin û endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê Ozgur Bûlût, Hatîce Buşra Kûyûn, Hamza Agirman û rêvebera DBP’ê ya Mêrdînê ya berê Yasemîn Demîrkaya binçav kirin. Bûlût, Kûyûn, Agirman û Demîrkaya piştî 12 rojan sewqî dadgehê hatin kirin.

Dozgerê îfadeya her 4 kesan girt, bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dadgehê Ozgur Bûlût û Yasemîn Demîrkaya serbest berdan û ji bo Hatîce Buşra Kûyûn û Hamza Agirman jî bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ biryara girtinê da û şandin girtîgehê.

4 kes binçav kirin

Her wiha li navçeya Kuşadasi ya Aydinê jî polîsan serê sibê bi ser malên HDP’iyan de girt. Polîsan piştî lêgerîna li malan Hevseroka HDP’ê ya Kuşadasi Hanîfe Gedîk, rêveberên HDP’ê Taner Akdemîr, Fuat Ozturk û Mehmet Alîbas bi hinceta parvekirinên medya civakî yên li dijî şer binçav kirin. 4 HDP’yî piştî kontrola tenduristiyê birin Miduriyeta Polîsan a Kuşadasiyê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar