Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Jinên cîhanê li dijî dagirkeriyê dibêjin ‘Rojava ya me ye’

Jin li çar aliyê cîhanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li hemberî bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma ‘Şoreşa Rojava şoreş jinê ye, şoreşa jinê şoreşa min e’ di nav çalakiyan de ne

Bakur û rojhilatê Sûriyeyê, li Rojhilata Navîn li dijî hişmendiya ku jinê mehkûmî tarîtiyê dike bûye kaniya xeta azadîxwaziya jinan.

Rêveberiya Xweser ku pergala xwe li ser vê esasê damezrandiye, di sedsala 21‘an de bi awayekî modeleke jiyanê bûye qada şoreşa jinê. Ev jin, jinên YPJ’ê yên di çeperên şer de ne. Van jinan, bi pergala hevserokatiyê bi temsiliyeteke wekhev di siyasetê de cihê xwe girtine û di her qadê de bi xwe-rêxistinbûniya xwe avakirine. Her wiha pergala xwe ya komînal a aborî damezrandine, li dijî tundiya li hemberî jinan xwe birêxistin kirin û di xeta azadiyê de afirandina şoreşa xwe esas girtine.

Êrîş li dijî modela jiyana nû ye

Li Rojhilata Navîn ji destpêkê ve du dijminên vê modela jiyana nû hebûn. DAIŞ û dewleta t. Ev her du, bi îdeolojî û pratîka xwe ji heman armancê re xizmetê dikin. Esas, mirov ji vê re rasterast bêje sîstema Erdogan-DAIŞ wê hê rasttir be. DAIŞ, li cihên ku dagir dikir îdeolojiya Erdogan pêk dianî.

Wexta ku li Mûsîlê êrîş destpê kir û bi Şengalê re gav bi gav li hemû Sûriyeyê belav bû, yê li hemberî jinan pergala koledariyê ferz kir û qetlîamên mezin kir DAIŞ bû. Lê yê ku ji bo van êrîşan lojîstîk û çete peyda dikir jî serokkomarê dewleta tirk Recepo Tayyîp Erdogan bû. DAIŞ pişta xwe bi Erdogan germ dikir. Ji ber vê yekê çeteyên ku tev li DAIŞ’e dibûn ji sedî 90 ji sînorên Tirkiyeyê derbas dibûn. Jixwe, ev yek bi serê xwe delîla yekbûna DAIŞ û dewleta tirk e.

Li dijî vê pergala tarî ku jin wek makîneyên zarokanînê, ganîmetên tecawizê, milkên mêran dihatin dîtin û jin mehkûmî sînorên malên dikir, bi pêşengiya YPJ berxwedaniyeke bêhempa hate kirin.

Hêviya jinên di laçên reş de mehkûm bûyî: YPJ

Ji Kobanê heya Reqqayê jinan, wan laçikên reş ku li ser wan hatibû ferzkirin bi tîlîliyan şewitandin û jinên YPJ’ê bi eşqeke mezin pêşwazî kirin. Her wiha li Dêrazorê, yên ku serweriya DAIŞ’e şikandin piranî jin bûn.

Jinan li her derê dengê xwe bilind kir

Ji lewma jinên cîhanê destkeftiyên YPJ’ê û Şoreşa Rojava wek destkeftiyên xwe dîtin. Piştgirî dan, dengê xwe bilind kirin û dest dan.

Piştî ku DAIŞ bi pêşangiya jinan têk çû, vê carê Erdogan ku aqilmendê DAIŞ’ê ye li dijî şoreşa jinan dest bi erîş û gefan kir. Jixwe belge û peymanên dizî yên ku ketin destê raya giştî, derxiste holê ku hêza li pişt DAIŞ’ê dewleta tirk û Erdogan e. Hemû dewletên cîhanê jî bi vê rastiyê zanîbûn. Erdogan, dewleta tirk û çeteyên wan piştî ku hêza wan a li qadê DAIŞ têk çû, vê carê raste rast dest bi êrîşan kirin. Pêşî Efrîn dagir kirin û paşî jî ji bo ku dagirkeriya xwe belav bike kete tevgerê.

Jin li qada ne

Erdogan, bi bazarên genî yên bi kesên wek wî dijminên jinan û hêzên emperyal in di 9’ê Cotmehê de li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşên dagirkeriyê kir.

Jinên cîhanê ku hê ji destpêka Şoreşa Rojava ve piştgirî didane xeta azadiya jinê, bi êrîşên dagirkeriyê re ketin tevgerê û banga ‘dagirkeriyê bisekinînin’ li qadan cihê xwe girtin. Bi vî awayî dîsa hat îspatkirin ku jin bingeha Şoreşa Rojava ne.

Cher: Em hevkarên komkujiya kurdan dibînin!

Yek ji wan kesên ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê bertek nîşan dayî stranbêja amerîkî ya li cîhanê navdar Cher (Cherilyn Sarkisian) bû. Cher, bertekên xwe wisa anî ziman: “Ji 11 saliya xwe ve ez dizanim ku tirkên xwînmij 2 milyon ermenî çawa bi îşkenceyan kuştine. Leşkerîn tirk ji xwînê hîn jî têr nebûne. A niha jî wê bi alîkariya Trump qira kurdan bînin.”

Ji 250 zanistî helwesta hevpar

Janet Biehl ê ku li ser ekolojiya civakî, komunalîzm û ekofemînîzmê xebatan dimeşîne bi 250 artîstên navdar, akademîsyen û zanistan re li hemberî êrîşên li ser Rojava hat gel hev û li dijî şer helwesteke hevpar nîşan da.

Şirîn Ebadî: Divê em bibin dengê Rojava

Parêzvanê mafên mirovan Şirîn Ebadî ya ku di heman demê de xwediyê xelata Nobelê ya aşitiyê ye, da xuyakirin ku tu rewabûna êrîşên dewleta tirk nîn e û wiha got: “Divê em bibine dengê gelê Rojava.”

Almanya

Li peytexta Almanyayê Berlînê jî, jinên femînîst yên ku balafirgehê dagir kirin, êrîşên dewleta tirk protesto kirin. Jinan, di nava balafirgehê de li ber şîrketa balafiran ya tirkî (Türk Hava Yolları), demeke dirêj dirûşmên li dijî dewleta tirk avêtin, ji çapemeniya cîhanê re banga piştgiriya Rojava kirin û xwestin ku êrîş rawestin.

Îrlanda

Ji 200’î zêdetir femîstên îrlandî name ji gelê Rojava re şandin û wiha gotin: ”Em bang li hemû femînstên cîhanê dikin ku piştgiriyê bidine xwişkên me, hevalên me û hevrêyên me. Ji bo Rojava bi rêxistin bibin, bimeşin, biqîrin, şer bikin û geş bibin.”

#FridaysFoPeace- aktîvîstên avûhewayê ku bi asta cîhanê li dijî dagirkeriya Rojava protesto kirin, bi asta cîhanê ji bo ku şerê li Rojava raweste çalakî kirin.

Arjantîn û Meksî

Li Arjantînê û Meksîkayê jî jinên dostên kurdan dagirkeriyê şermezar kirin. Bi sedan kes meşiyan û gotin ‘Qirkirinê rawestînin!’

Îsraîl

Welatekî din ku bi rojane çalakî lê didomin Îsraîl e. Dostên kurdan bi rojane dagirkeriya tirk a li ser Rojava şermezar dikin. Hunermenda bi navê Hadasahh Yîshûrûn piştgiriya xwe li ya kurdan diyar kir û wiha got: “Ez stranbêjeke kurd a Îsraîlî me. Piştgiriyê didime Kurdistanê û Rojava. Ez dixwazim civaka navnetewî pêşiya Erdoganê Hîtler niha bigire. Ji ber ku ew xwîşk û birayên me dikuje.”

Sirbistan

Li paytexta Sirbistanê Belgradê jinên femînîst hatin cem hev, li şoreşa Rojava xwedî derketin û bi daxuyaniyekê dagirkeriya tirk şermezar kirin.

Banga TJK-E’yê: Jiyanê rawestînin

Tevgera Jinan a Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke niviskî da û li dijî dagirkeriya tirk û êrîşên qirker bang kir ku jiyan were rawestandin.

Tirkiye û bakurê Kurdistanê

Li dijî dagirkeriya tirk a li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê jî jin li ser pêyan bûn. Li Stenbolê Dayikên Şemiyê li dijî şer helwest nîşan dan. Li ser vê daxuyaniyê polîsan bi gaza îsotê êrîş bir ser dayikan.

Li ser sînorê Tirkiyeyê jî jinan ji dewleta tirk xwestin ku dagirkerî demildest raweste. Li Nisêbînê rêxistinên jinan daxuyanî dan û dagirkerî şermezar kirin.

Li Enqere, Îzmîr û Amedê jî jin derketin qadan û gotin ‘şer rawestînin’

Banga hunermendan: Şer rawestînin

Li aliyê din kampanyaya îmzeya ya hunermendên tirkiyeyî ya ‘şer rawestînin’ dest pê kir û hunermendên mîna Denîz Turkalî, Aynûr Dogan, Julîde Kural destek dan.

Stranbêj Yeşîm Salkim bi hastga #savaşahayır destek da. Stranbêj ji ber vê parvekirinê li medyaya civakî hate lîncekirin.

Li 38 welatan jin li dijî dagirkeriyê derketin qadan

Swêd, Polonya, Çekya, Yewnanistan, Spanya, Almanya, Belçîka, Fransa, Qibris, Afganistan û Hindistan jî di nav de li 38 welatan jin li dijî dagirkeriyê derketin qadan û xwestin ku dagirkerî bê rawestandin. ANHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar