Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Yekitiya kurdan


Piştî êrîşa li hemberî rojavayê Kurdistanê, gelê kurd û dostên wan li seranserê cîhanê derketin qadan û bertekên mezin nîşan dan. Refleksa yekdest a kurdên li her aliyê cîhanê destnîşan kir ku dewletên serdest bi krîzeke nû re rû bi rû ne.

Kurdistanî jî li 4 parçeyên Kurdistanê qad û kolan dagirtine û piştgirî didin berxwedana Rojava. Li derdora berxwedana Rojava, kurdan yekitiya xwe ya civakî ava kirine. Ji berxwedana Kobanê vir ve di nav gelê kurd de ruhê neteweyî bi pêş ketiye. Ev ruh û helwest di êrîşên li hemberî Kerkukê, di êrîşên li hemberî Efrînê jî hebûn. Lê cara yekemîn e gelê kurd bi rik û hêrseka evqas mezin li seranserê Kurdistanê li hemberî dagirkirina Rojava bertek nîşan didin.

Ev ruhê yekitiya neteweyî ku di nav civaka kurd de derketiye holê bi têra rawestandina êrîşan nake. Êrîşan nade sekinandin û ranawestîne. Pêwîstiya kurdan bi yekitiyeke siyasî heye. Ev yek êdî ji bo gelê kurd ne tercîhek, ne lêgerîneke demî; neçariyek û pêwîstiyeke mezin e. Di warê siyasî, civakî, aborî û qadên din de yekitiya neteweyî têkçûna dagirkeriyê ye.

Serdestan welatên kurdan kirin çar parçe. Ji bo ku welatê kurdan parçe bikin, mejiyê kurdan jî belawela kirin. Kurd di warên siyasî de parçe kirin. Her hizbeke kurd di rêya têkoşinê de bêgûman berdelên giran dan. Lê belê her hizbê siyasî heya niha ji berjewendiyên xwe yên hizbî li pêşiya berjewendiyên neteweyî girtin.

Mixabin ev parçebûna siyasî, pêşiya serkeftinên hîn mezintir li ber kurdan girtiye. Her kes ji bo mezinkirina têkoşîna kurd çi ji destê wan tê pêk tîne. Ger ku îro doza kurd li cîhanê deng vedabe, ev yek bi saya serê têkoşîna her rêxistineke kurd û bi hezaran têkoşerên bênav e. Kêm zêde para her partiyek û hizbekê di mezinkirina têkoşîna kurd de heye. Bi gelemperî her ferdekî/e kurd minetdarê van helwestên têkoşînê ne. Lê ev yek rastiya parçebûna siyasî, astengkirina serkeftina gelê kurd ji holê ranake.

Cardin derketiye holê ku rizgarî û azadiya gelê kurd bi hev ve girêdayî ye. Heya parçeyekî Kurdistanê azad nebe, gelê kurd bi giştî azad nabe. Parçeyekî Kurdistanê di bin destan de be, parçeyên din azad nabin. Ev rastiyeke dîyalektîk e. Lewma rêya azadiya Başûr ji Bakur, rêya azadiya Rojhilat ji Rojava derbas dibe. Ji bo serdestan Rojava taştê be, parçeyên din nîvroj e, parçeyek şîv be parçeyên din paşîv in.

Lewma her kurdek ji bo azadiya xwe divê azadiya kurdên din biparêz e. Ji bo rizgariya xwe li rizgariya parçeyên din xwedî derkeve. Neteweya kurd li hemberî dîrokê di nav ezmûneke mezin de ye. Gelê kurd rêya çareseriyê bi xwedîlêderketina Rojava nîşan da. Kurd bi vê helwesta xwe li hêzên siyasî bangewaziya yekitiyê dike. Mezin û rêber û partiyên siyasî yên kurd an dê pêwîstiya vê bangewaziyê bikin an jî dê ji têkçûna kurdan berpirsyar bin. Bi gotina mezinên kurd, an em ê îro bibin yek, an jî em ê biçin yek bi yek. Wekî din tu rêyek, tu çareyeke din tune ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar