Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê leşkerên tirk ji xaka başûrê Kurdistanê bên derxistin’

Endamên Meclisa Parêzgeha Hewlêrê û Civata Niştimanî ya Tevgera Goran diyar kirin ku divê tevî boykotkirina malên tirkan, di heman demê de divê leşkerên tirk a dagirker jî li ser xaka başûrê Kurdistanê bên derxistin

Li başûrê Kurdistanê bertekên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê didomin. Di vê çarçoveyê de li hêlekê kampanyaya boykotkirina malên tirkan hatiye destpêkirin û li hêla din jî bi çalakiyên cuda cuda bertek tên nîşandan. Têkildarî mijarê endamê Meclisa Parêzgeha Hewlêrê Dilêr Hisên û endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goran Hêmin Şêxanî ji Rojnewsê re axivîn.

Di vê çarçoveyê de Dilêr Hisên anî ziman ku boykotkirina malên tirkî bi tena serê xwe têrê nake û wiha domand: “Divê leşkerên dewleta tirk ji xaka başûrê Kurdistanê bên derxistin. Gelê kurd dibin dagirkeriya dewleta tirk de ye û ji bo vê jî nabe ku em bi wan re bazirganiyê bikin. Divê her kes malên tirkan nekirin da ku derbê li aboriya tirkan bê xistin. Di heman demê de li gorî biryara Parlamentoya Herêma Kurdistanê divê leşkerên tirk ji nava xaka herêmê derkevin. Lê berevajî vê dewleta tirk baregehên xwe yên leşkerî zêde kiriye.”

Xiyaneta qada navneteweyî

Têkildarî mijarê Hêmin Şêxanî jî destnîşan kir ku heya niha di qada navneteweyî de sê caran xiyanet li gelê kurd hatiye kirin û wiha pê de çû: “Divê xelkê başûrê Kurdistanê dagirkeriya dewleta tirk, kel û pelên Tirkiyeyê boykot bikin. Dewleta tirk li Rojava komkujiyan dike. Divê bi hemû awayan piştgirî ji gelê Rojava re bê dayîn.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar