Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ku duh êvarê polisan bi ser mala wê de girtibûn, çû Edliyeya Anadolûyê û îfade da. Keskîn piştî dayîna îfadeyê hat berdan
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku duh êvarê polisan bi ser mala wê de girtibûn, çû Edliyeya Anadolûyê ku li navçeya Kartalê ya Stenbolê ye û îfade da. Keskîn piştî dayîna îfadeyê hat berdan.
Navenda Giştî ya ÎHD’ê li ser hesabê xwe yê medya civakî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ev agahî ragihand: “Di çarçoveya giliyeke derbarê parvekirinên li ser medya civakî de, li Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ji “propagandaya rêxistinê” îfadeya Hevseroka me ya Giştî Eren Keskîn hatiye girtin. Tu daxwazeke tedbîrê nehatiye kirin. Ji hemû kesên piştevaniyê kirin re spas.” STENBOL