Xwediyê Marketa Las 24 a li Hewlêrê hemû malên tirkî yên di nava marketa xwe de ji kompanyayên ku jê anîne re şand û biryar da ku êdî qet malê tirkî neyîne
Di çavçoreya pêngava boykotkirina malên dewleta tirk de, Marketa Las 24 a li Hewlêrê hemû berhemên dewleta tirk ên di nava marketa xwe de ji kompanyayên ku jê anîne re şand û biryar da ku êdî qet malên dewleta tirk neyîne marketa xwe û malê tirkan boykot bike.
Li başûrê Kurdistanê pêngava boykotkirina berhemên Tirkiyeyê herku diçe berfireh dibe û ji derveyî kiryaran bazirgan û esnaf jî beşdarî boykotê dibin û biryar didin ku êdî malê tirkî neyînin. HEWLÊR