Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

‘HDP bi pêkanînên antîdemokratîk re rû bi rû ye’

Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû ji bo girtina hevşaredarên HDP’î û tayînkirina qeyûman axivî û diyar kir ku qedexe ji bo HDP heye û bi pêkanînên antîdemokratîk re rû bi rû ye

Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû têkildarî girtina hevşaredarên HDP’ê û tayînkirina qeyûman axivî û diyar kir ku qedexe ji bo HDP hene lê ger demokrasi tunebe ji bo tevahî welat jî tüneye.

Kerestecîoglû bi bîr xist ku tê xwestin qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî bê kirin û got ku tayînkirina qeyûman tenê ji bo şaredariyên HDP’î nederbasdar e. Kerestecîoglû bal kişand ser bêdengiya partiyên siyasî yên ji bo tayînkirina qeyûman û wiha got: “Nerazîbûnên me tenê têr nakin. A rast ev ji bo partiyên siyasî yên din jî şermek e.”

Pêkanînên antîdemokratîk

Di axaftina xwe de Kerestecîoglû anî ziman ku li her derî fealiyetên wan ên siyasî tên astengkirin û bi pêkanînên antîdemokratîk re rû bi rû dimînin û wiha domand: “Êdî ev rewş ne rêyeke hiqûqî ye, divê ji Dadgeha Qanûna Bingehîn re bê şandin. Çimkî em HDP, nikarin fealiyetên xwe yên siyasî bikin. Di salên 90’î de jî ji ber rêyeke hiqûqî ya çalak tunebû, rasterast serî li DMME’yê dihat dayîn. A rast rewşa niha jî ne kêmî ya wê çaxê ye. Ji ber qedexeyan ne mafê xwepêşandanan, ne mafê civînan û ne jî mafê îfadekirinê heye. Loma em vê yekê qebûl nakin. Dîsa jî em têdikoşin. Lê belê bêdengiya partiyên din û parlementerên wan cihê şermê ye.”

Her wiha Kerestecîoglû destnîşan kir ku wê li her derî têkoşîna HDP’ê bidome û bal kişand ser zext û zoriyên li ser kurdan û muxalîfan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê belê hatine dawiyê û wê piştî vê xweştir bibe.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar