Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Mazlum Ebdî: Em tu xalên ku ne li gorî berjewendiyên gelê me qebûl nakin

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî got ku tevî agirbestê jî komên çete êrîşên xwe didomînin. Ebdî diyar kir ku wan nêrînên xwe yên têkildarî lihevkirina Rûsya û dewleta tirk de bi awayeke fermî ji Rûsyayê re ragihandiye û diyar kirine ku dê xalên ku ne li gorî berjewendiyên gelê wan qebûl nekin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî têkildarî geşedanên dawî daxuyaniyek da çapemeniyê. Ebdî anî ziman ku gelek xalên ku di lihevkirina di navbera dewleta tirk û Rûsyayê de hatine qebûlkirin, li gorî daxwazên wan nînin.

Mazlum Ebdî di serî de bi bîr xist ku piştî ku hêzên amerîkî xwe ji sînorê rojavayê Kurdistanê vekişandin, dewleta tirk tevî bi dehhezaran çete û serçeteyên xwê yên cîhadîst êrîşî Rojava kir û wiha domand: “Li hemberî van jî gel û şervanên me berxwedaneke mezin nîşan dan. Bêguman derfetên me û yên wan weke hev nînin. Ji ber ku ew derfetên NATO’yê bi kar tînin. Lê berxwedana me ew neçar hiştin ku agirbestê ragihînin.”

‘Tu lihevkirinên me bi dewleta tirk re nînin’

Ebdî anî ziman ku wan bi dewleta tirk re tu lihevkirin nekirine û wiha pê de çû: “Ya ku me qebûl kir tenê agirbest bû. Li gorî agirbestê jî dê hêzên me xwe ji Serêkaniyê û Girê Spî vekişanda û agirbest mayînde bûbûya. Lê êrîş hîn jî didomin. Berpirsyartiya vê agirbestê jî ya DYA’yê ye. Amerîkayê hewl da ku bi zextên aboriyê pêşî li êrîşê bigire. Lê biryara Amerîkayê hişt ku herêma me bê dagirkirin, gelê me bê qetilkirin û çeteyên DAIŞ’ê birevin. Hewldanên DYA’yê yên aboriyê  yên ji bo rawestandina DYA’yê hinek encam da ku agirbestê ragihîne û bi awayeke fermî vê êrîşê bisekinîne.”

Têkiliyên bi DYA’yê re

Bi berdewamî jî Ebdî bi lêv kir ku ew bi Trump re axivîn û ev agahî dan: “Serok Trump daxuyand ku dê têkiliya xwe ya bi hêzên me re bidomîne û têkiliyên heyî xurtir bikin. Em dixwazin ku garantorên vê agirbestê li erkên xwe rabin û van êrîşan bidin sekinandin. Hevkariya me ya bi DYA’yê re didome. Civîna me didome. Dê hebûna wan a li rojhilatê Sûriyeyê bidome. Di vê çarçoveyê de dê xebatên me yên hevbeş dê bidomin. Dê kêmasiyên xwe yên ku kirine, telafî bikin û weke rexnedayînekê jî dê van kêmasiyên xwe derbas bikin. Em ê şerê li dijî DAIŞ’ê jî weke berê bidomînin.”

‘Me nêrînên xwe bi Rûsyayê re parve kirin’

Ebdî bi lêv kir ku hevdîtinên wan ên bi Rûsyayê re jî didomin û wiha derbirî: “Me têkildarî peymanê jî bi awayeke fermî ji wan re nêrîna xwe ragihand. Em hemû hewldanên serok Putîn û dewleta Rûsyayê yên ji bo sekinandina şer û pêşîlêgirtina dagirkeriya Tirkiyeyê bi erênî dibînin. Lê gelek xalên lihevkirinê li gorî berjewendiyên gelê me nînin. Dema ku lihevkirin, nêrînên me nehatin girtin. Li ser hinek xalan me nerazîbûnên xwe anîn ziman û ji wan re got ku divê nîqaş li ser bên kirin. Em hewldanên Rûsyayê erênî dibînin lê nêrînên me jî hene. Dê hevdîtinên me bidomin. Tiştên ku em dixwazin di hêla pratîkî de pêkve bikin em ê van bidomînin û xalên ku em qebûl nakin jî dê bi wan re parve bikin. Hinek mijar qedera gel, şervan û siyaseta me diyar dikin û dê ev di rojên pêş de bên nîqaşkirin.”

Banga ji bo gelê kurd û cîhanê

Di berdewamê de jî Ebdî destnîşan kir ku niha agirbesteke fermî heye lê dewleta tirk pêk nayîne û wiha got: “Em weke HSD’ê tu caran bi dewleta tirk bawer nakin û dê bawer nekin jî. Ji ber ku kengî derfetê bînin dê êrîş bikin. Divê gel, siyasetmedar û şervanên me karên xwe bidomînin û her kes lê her kes divê li ser karê xwe be. Dost û gelê me her roj li qadan li ser pêya ne. Em spasiya hemû derdorên ku piştgirî da me em gelek spasiyan wan dikin. Em bi taybet jî spasiya gelê xwe yê Rojhilat, Başûr û her çar parçeyên Kurdistanê dikin. Lê xetereya li ser gelê me hê jî didome. Hê jî encamên baş nehatine bidestxistin û divê ev piştgirî heta ku gelê me pêjeroja wê mîsoger dibe bidomin.”

Ji bo Rojava peyama girîng

Herî dawî jî Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî piştgiriya gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo berxwedanê gelek pîroz e û em wan silav dikin. Belê rast e em di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin lê divê vê piştgiriya xwe bidomînin heta ku em vê pêvajoyê derbas dikin. Em ji bo hêzên siyasî yên Rojava jî dibêjin ku divê hemû nakokiyên xwe bidin aliyekê û em di vê pêvajoya zehmet re ku demekî dirokî ye bi hev re bi ser bixin. Niha derfetên me yên serkeftinê gelek zêde ne û divê em bi hev re tqeez bi ser kevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar