Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HRE: 8 leşker û çeteyên tirk hatin kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de li dijî hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakî pêk anîn. HRE’yê da zanîn ku di çalakiyan de 4 çete û 4 leşkerên artêşa tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên di demên dawî de li Efrînê pêk anîn daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir. HRE’yê da zanîn ku hêzên wan di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên berfireh li dar xistin.

HRE’yê destnîşan kir ku hêzên wan di 21’ê cotmehê de li gundê Basil ê Şêrawa ya Efrînê li dijî konveyeke artêşa tirk û çeteyên wê bi çekên giran çalakî pêk anî û di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin.

Ji 10 baskan ve li çeteyan dan

Di berdewamê de jî HRE’yê daxuyand ku hêzên wan di 23’yê cotmehê de li derdora gundên Kefer Xaşir û Kil Cibrîn ên Ezazê li dijî çeper û baragehên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayeke hemwext ji 10 baskan ve rêzeçalakiyeke berfireh pêk anî û ev agahî dan: “Di çalakiyê de hêzên me ketin nava çeper û baregehên çeteyan û şerekî dijwar rûda. Di şer de gelek çeper û baregehên çeteyan hatin rûxandin, 2 wesayîtên leşkerî, wesayîteke doçkabarkirî û motorsîklêtek hatin rûxandin. Her wiha 4 çete hatin kuştin, 7 çete birîndar bûn û hejmareke çek û alavên leşkerî jî ketin destê hêzên me.”

Li gorî daxuyaniya HRE’yê alavên leşkerî yên hatine bidestxistin wiha ne: “2 AK-47 û rextên wê, BKC’yek û zincîra wê, RPG-7’ek û 2 guleyên wê, dûrbîneka şevê, telefonek û cîhazek û fenereke mezin.”

Topbarankirina herêmê

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Her wiha piştî çalakiyên hêzên me artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Eyn Deqne, Minix, Malîkiyê, Şewarix, Kela Şewarixê û Merenaz ên Şerayê, gundê Bêlûniyê û Girê Xwedê yê herêma Şehbayê û gundê Aqîbê yê Şêrawayê bi dijwarî 70 caran topbaran kir.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar