Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk da û diyar kir ku Tirkiyeyê di nava şert û mercên şer de penaberên Sûriyeyî dersînor kiriye.
Li gorî lêkolîneke nû ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, beriya ku êrîşên dagirkeriyê dest pê bikin çend meh berê dewleta Tirk penaberên Sûriyeyî bi zorê dersînor kir.
Li gorî hevdîtinên rû bi rû, penaberan diyar kirin ku polîsên Tirk bi lêdanê û gefê belgeyên vegerê bi wan dan îmzekirin.
Rêxistina Efûyê diyar kir ku Tirkiyeyê bi vegerandina bi zorê ya penaberên Sûriyeyî li herêmên şer jiyana wan xistiye nava metirsiyê.