PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Dewleta tirk agirbestê binpê dike

Komên çete yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê yên girêdayî dewleta tirk tevî agirbestê jî êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomînin. Di vê çarçoveyê de êrîşî gundên Eyn Îsa, Girê Spî û Serêkaniyê kirin. Şervanên HSD’ê jî bersivên tund dan çeteyan û li herêmê şerekê giran diqewime

Tevî agibesta di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û dewleta tirk de jî komên çete yên girêdayî dewleta tirk êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomînin. Di vê çarçoveyê hêzên dagirker li gelek herêman êrîşî herêmên di bin kontrola şervanên HSD’ê de kir.

Li gorî agahiyên ji herêmê, komên çete yên OSO û El Nusrayê yên girêdayî dewleta tirk êrîşî gundê Dibis ê li bakurê rojavayê Eyn Îsayê kir. Komên çete yên ku dixwestin rêya navneteweyî kontrol bikin, rastî bersivên tund ên şervanên HSD’ê hatin. Hat zanîn ku tevgereke zêde ya dagirkeran li gundên derdora Dibisê heye û hewl didin ku rêya navneteweyî M4’ê dagir bikin. Li herêmê şerekî giran heye.

3 şervan birîndar bûn

Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku balafireke keşfê ya dewleta tirk a dagirker şevê din gundê Mişrafa yê Serêkaniyê bombebaran kir û di encamê de 3 şervanên HSD’ê birîndar bûn. Şervanên birîndar rakirin nexweşxaneyên Hesekê.

Depoyên genim talan kirin

Di heman demê de şevê din saet di 01:00’an de li gundê Xirbet Beger ê girêdayî navçeya Eyn Îsayê ku ji hêla çeteyan ve hatiye dagirkirin, di navbera şervanan û çeteyan de şer derket. Di encama pevçûnan de 5 çete hatin kuştin. Çeteyên ku ketine nava tirs û xofê şerê hev kir. Çavkaniyan got ku komên çeteyan di heman demê de depoyên genim ên gundê Dehlîz ê Girê Spî ku zêdetirî 11 hezar û 400 ton genim hebûn talan kir. Komên çete yên ku kîloya genim bi 25-30 lîreyên Sûriyeyê difiroşin, genim derbasî Tirkiyeyê dikin.

3 xebatkarên tenduristiyê hatin qetilkirin

Di saetên serê sibehê de komên çete yên OSO û El Nusrayê hewl dan ku derbasî gundê Leylan ê Serêkaniyê bibin. Li ser vê yekê jî şervanan bersivên tund dan û hewldana çeteyan têk bir. Di pevçûnan de 3 çete hatin kuştin û hin çete jî birîndar bûn. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku 3 kadroyên tendirûstiyê ku 2 jê hemşîre bûn, li Silûk a Girê Spî ji hêla çeteyan ve hatin qetilkirin. Hat zanîn ku çeteyan piştî ku xebatkarên tenduristiyê qetilkirin, cenazeyên wan avêtin kanalîzasyonê.

Agirbest tê binpêkirin

Her wiha şervanên HSD’ê jî destnîşan kirin ku komên çete yên DAIŞ û El Nusrayê tevî agirbestê jî êrîşî gundên Menacîr ,Erbeîn ,Esediyê û Cafa yên Serêkaniyê dikin. Şervanan got ku ew jî di çarçoveya mafê xweparastinê de bersivê didin komên çete. Şervanan destnîşan kir ku komên çete ji şevê din ve bi tang, top û balafiran êrîş dikin û ew jî di çarçoveya mafê xweparastinê de bersivê didin çeteyan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar