Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Têkoşer Abdulhemîd Hac Derwêş hate oxirkirin

Cenazeyê sekreterê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Abdulhemîd Hac Derwêş duh rehmet kir. Îro ji bo oxirkirina cenazeyê Derwêş li Qamişlo bi tevlêbûn gelek nûnerên siyasî, civakî û welatiyan li Qamişlo merasîmek hate lidarxistin û cenaze ber bi Dirbêsiyê ve hate şandin

Bi beşdariya Rêveberiya Xweser a Demokratîk, partiyên siyasî, rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyên bajarê Qamişlo û endamên Partiya Pêşverû, Sekretêrê partiyê Hemîdê Hac Derwêş oxir kirin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd a Sûriyeyê Abdulhemîd Hac Derwêş duh rehmet kir. Îro jî ji bo oxirkirina cenazeyê Derwêş, li nêzî navenda PDK-S’ê ya li taxa Siyahî bi tevlêbûna şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, PYD, nûnerên partiyên siyasî, kurd, suryan, rûspiyên eşîran, êlên kurd û ereb ên ku ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê merasîm hat lidarxistin.

Qada merasîmê bi wêneyên têkoşer Abdulhemîsê Hac Derwêş  û pankarta ‘Em soz didin ku em ê dilsozê nirx û bingehên rêya te bin ey hevalê delal’ hatibû xemilandin. Hezkerên têkoşer cenazeya Abdulhemîd rakirin û ber bi qada merasîmê ve çûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî parastina qadê dikir.

Peyamên sersaxiyê  

Di merasîma oxirkirinê de gelek axaftin hatin kirin û li ser navên partiyên kurdistanî yên weke KCK, KNK û PDK’ê peyamên sersaxiyê hatin xwendin. Di peyaman de sersaxî ji malbata Derwêş re hat xwestin û soza şopandina rêya doza kurdî dan. Her wiha di axaftinên merasîmê de jî sersaxî ji malbata Derwêş hat xwestin û hat destnîşankirin ku Derwêş keyaseteke siyasî û civakî bû û dîroka kurdî şahidê vê yekê ye.

Piştre jî karwanê cenazeyê ber bigundê Qermanê yê Dirbêsiyê ve bi rê ket.

60 salan xizmet ji doza kurdan re kir

Têkoşer Derwêş di sala 1930’an de li gundê Qermanê yê Dirbêsiyê ji dayik bû. Di sala 1967’an de bû Sekretêrê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê û 60 salan di nava kar û xebata doza kurdî de bû. Derwêş di 24’ê cotmehê de jî rehmet kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar