PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

KCK: Sepandin nayê pejirandin, divê bi berxwedanê bê redkirin!

Hevserokariya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî got ku peymanên ku vîna kurdan li ber çavan nehatine girtin yên bi dewleta tirk a dagirker qirker re hatine kirin nayê qebûlkirin û banga divê ev sepandin bi berxwedanê bê redkirin kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber A KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî peymana di navbera DYA û Tirkiyeyê û piştre jî ya li gel Rûsya û Tirkiyeyê hatiye kirin da ku vîna gelê kurd li ber çavan nehatiye girtin û diyar kir ku peymanên hatine kirin nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de KCK’ê destnîşan kir ku yên ev bêexlaqiya siyasî kirine dibin hevkarên qirkirina kurdan û da zanîn ku hemû hêzên dibin hevkarên qirkirina DYA, Rûsya ên li ser kurdan dê ji aliye mirovahî û dîrokê ve bên darizandin.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hat ragihandin: “Lîstik û komployên li ser gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê tên kirin didomin. Destpêkê peyman li gel DYE û niha jî li gel Rûsyayê hatin kirin peymanên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta tirk û vîna gelê kurd li ber çavan nehatine girtin nayê qebûlkirin. Xwe dispêre siyaseteke bêexlaq û bê wijdan a mafê mirov û civakê diperçiqîne. Yên sûdê didin dijminahiya dewleta tirk a li ser kurdan, çi DYE, Rûsya û dewletên din kurdan dikin qûrbanên berjewendiyên xwe. Yên ku dixwazin qira kurdan bînin, tê wateya ku dewleta tirk xistina cihên kurdan e.

Hevkarên qirkirina kurdan

Kurd û gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê li Rojhilata Navîn sîstemeke civakî, siyasî, demokratîk û aştiyane û aram ava kiribû. Tevî vê êrîş kirin, bi vekirî dide nîşandan ku rû bi rû yê dijmineke çawa ne. Ev jî çavkaniya xwe ji dijminahiya delwelat tirk a li kurdan e. Erêkirina vê dijminahiya dewleta tirk a li kurdan bêexlaqiya siyasî ya herî qirêj a dîroka cîhanê ye. Yên ev bêexlaqiya siyasî hevkariya qirkirina kurdan dike. Yên ku ev bêexlaqiya siyasî kirine dibin hevkarên qirkirina kurdan. Hemû hêzên dibin hevkarên qirkirina DYE, Rûsya ên li ser kurdan wê ji aliyê mirovahî û dîrokê ve bên darezandin.

Hemû gelên ku 2’yê mijdarê piştevanî bikin silav dikin

Hemû mirovhî û raya giştî ya demokratîk dît ku êrîşên qirker li ser gelê kurd tê kirin. Ji ber vê hem li dijî êrîşên qirker ên dewleta tirk û li dijî yên bûne hevkarên van êrîşan daketine qadan. Ev serhildan jî wê 2’yê Mijdarê li gelemperiya cîhanê pêk bê. Ji ber vê yekê hemû gel û hêzên demokratîk ên 2’yê Mijdarê ji bo piştevaniya Şoreşa Rojava û bakur-rojhilatê Sûriyeyê dakevin qadan bi rêzdarî silav dikin. Têkoşîna bi lehengî ya gelê kurd dike û dîsa rabûna ser pêyan a mirovahiyê dê dewleta tirk a qirker û hevkarên wê bi teqez têk bibe.

Peymana DYE-TC’yê  

Peymana DYE û TC’ê komployeke ku Serokê DYE’yê rizgar bike û dîsa komployeke ku li dijî gelê kurd û gelên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye. Rawestandina berxwedana HSD’ê ya ku desteka gelên cîhanê jê re çê bibû. Peymana Rûsya û TC’ê jî dijminahiya dewleta tirk a li kurdan bikar anî û Şoreşa Rojava tesfiye bike û sîstema demokratîk û azad ji holê rakirin bû. Kurd û gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê li ser bingehê lihevkirineke demokratîk dixwestin Sûriyeke demokratîk ava bike. Rûsya bi polîtîkaya xwe dewleta tirk a dijminê kurdan û gelên Sûriyeyê ji bo xistina Sûriyeyê bû. Çawa ku li Efrînê rê da qirkirina kurdan, niha jî lîstinkên dişibin wê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî dilîzin.

Divê berxwedaneke dîrokî bê raberkirin

Ne mimkûn e ku gelê kurd û gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bohostekî xaka xwe bide dewleta tirk a dagirker û qirker. Di vê wateyê de li ser sînorê dewleta tirk dewriyeya Rûsya û dîsa dûrxistina HSD’ê ya ji sînor û derxistina ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi vekirî dixuyê ku nayê qebûlkirin. Ji xwe rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê li xeta sînor rê hatibû dayîn ku artêşa Sûriye û Rûsya hevpar dewriye bigerin. Her wiha ji derveyî vê sistema siyasî ya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û dîsa rola HSD’ê wê bi rêya civînan diyar û zelal bibûna. Di vê mijarê de ferzkirin û divê gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê û HSD’ê ya hêza wê ya xweparastinê ye berxwedaneke dîrokî raber bike. Bi kinahî ferzkirinên Rûsya û Sûriyeyê ya li gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê û dîsa gefên dewleta tirk ku dixwazin bidin erêkirin bi berxwedanê bersiv bidin.

Divê Rûsya û Sûriye sûdê ji vê negire

Rûsya û dewleta Sûriyeyê ya heyî, ji bo hemû pirsgirêkên li Sûriyeyê çareser bike û bidawîkirina dagirkeriya tirk a li Sûriyeyê, enceq bi rêyeke demokratîk li gel gelê kurd û gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê li ser bingehê tifaqên ku Sûriyeyê ji dagirkeriyan rizgar bike bên pêkanîn. Divê dewleta Rûsya û Sûriyeyê sûdê ji nêzîkatiyên baş ên gelê kurd û gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê negire. Rêz ji mafê gelê kurd û gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê re bigire, li ser bingehê demokratîk di mijara yekrêziya Sûriyeyê vegerîne fersendekî dîrokî. Gelê kurd û gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ev fersend daye. Vê fersenda dîrokî ku bi peymanên Tirkiyeyê nepejirîne û xistina Tirkiyeyê ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê re hatiye sabotekirin.

Berxwedaneke ku berdêlan bidin ber çavan

Divê gelê kurd û gelên bakur-rojhilatê Sûriyeyê her ferzkirinên erê nekin bi berxwedanê û bi desteka gelên cîhanê red bikin. Li dijî ferzkirinan hebûna rewşeke siyasî ya ku destkeftiyên bi berxwedanê derdikevin bê nîşandan. Di rastiya kurd û Rojhilata Navîn de heta ku berxwedaneke ku berdêlan nedin berçavên xwe, ne mimkûn e ku tu destkeftiyek bê bidestxistin. Di vî warî de ji bo kurdan rewşa dîrokî ya ku derfetên serketinên mezin bi dest bixe heye û vê rewşa siyasî rast bigire dest û binirxîne. Hemû lîstik û komplo berxwedan têk dibe; bi destekka kurdan û gelên bakur-rojhilatê Sûriyeyê ya hemû mirovahiyê wê mezin bi ser bikeve. Rewşa siyasî û derfetên ku bi berxwedana gelê kurd û gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê derxistî holê, bi vekirî diyarkiriye ku wê berxwedan bi ser bikeve. Li ser vî bingehî di têkoşîna gelê kurd û gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê de serketinê dixwazin.

Ji bo Rojava rabin ser pêyan

Divê 2’yê Mijdarê li ser banga ‘Ji Bo Rojava Rabin Ser Pêyan’ di serî de gelê kurd dost û mirovahiya demokratîk vê rojê vegerînin roja têkbirina qirkeran û serxistina gelan.” ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar