PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Gelê Başûr dixwaze ku leşkerên tirk ji xaka wan bê derxistin

Welatiyên başûrê Kurdistanê bang li parlamentoya Başûr kir ku erka xwe bi cih bîne û hemû baregehên leşkerî yên dewleta tirk ji xaka Başûr derxînin. Welatiyan her wiha anî ziman ku divê boykotkirina malên tirkan jî berfirehtir bibe ji ber ku her malekê tirkan ê ku tê kirîn dibe guleyek û li gelê kurd vedigere

Bertekên gelê başûrê Kurdistanê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê didomin. Di vê çarçoveyê de gelê Başûr tevî çalakiyên meş û xwepêşandanên cuda, di heman demê de bi boykotkirina malê tirkan, betalkirina bernameyên xwe yên geştê yên ji bo dewleta tirk û hwd. çend çalakiyên gelê Başûr in. Piraniya gelê Başûr niha jî dibêje ku bila leşkerên dewleta tirk ji başûrê Kurdistanê derbikeve.

Têkildarî mijarê yek ji xwendarên Zanîngeha Silêmaniyeyê Avan Latîf anî ziman ku divê xwepêşandan û hêrsa li dijî dewleta tirk bên zêdekirin û tu malên tirkan neyên kirîn. Latîf bibîr xist ku ew jî kel û pelên tirkî boykot dikin û wiha domand: “Ez bang li hemû xwendekarên zanîngehan dikim ku bi erka xwe rabin. Divê başûrê Kurdistanê jî li dijî dagirkeriya dewleta tirk bergirên pêwîst bigire. Ez dixwazim ku parlamentoya me nehêle baregehên artêşa tirk li Başûr bimînin û wan ji axa Başûr derxînin.”

Bang li parlamentoyê kir

Endezyarê bi navê  Osman ku xwe wekî Osmanê Muhendis dide naskirin jî dibêje ku dewleta tirk bi awayeke hovane êrîşî destkeftiyên gelê kurd ên li Rojava dike û wiha didomîne: “Lewma jî divê her çar parçeyên Kurdistanê  piştgiriyê bidin Rojava. Hewceye bê zanîn ku xwîna li Rojava tê rijandin, di dema Enfalê de ji aliyê Rejîma Baas a Sedam ve hatiye rijandin, lewma divê helwestek yekpare bê  nîşandan. Em dixwazin ku baregehên artêşa tirk ji Başûr bên derxistin. Divê parlamento vê erka xwe bi cih bîne.”

Boykotkirina malê tirkan

Herî dawî jî ciwanê bi navê Umît Xalid axivî  û nêrînên xwe wiha parve kirin: “Divê gelê kurd li dijî van êrîşan yekitiya xwe ava bikin. Tu cudahî di navbera ciwanên ku niha li Rojava şer dikin û yên li Başûr nîne. Em di her alî de piştgiriyê didin Rojava. Ez dixwazim ku boykotkirina malê tirkan divê zêde bibe. Her malekê tirkî yê ku tê kirîn, dibe guleyek û li ser gelê me tê reşandin.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar