PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Dewletê Ayverdî ya ku li ser hevşaredaran îfade dan xelat kir

Kesa bi navê Hîcran Berna Ayverdî ku li Nisêbînê hatibû girtin û cezayê muebeta giran jê re dihat xwestin, 11 roj beriya hilbijartinê li ser hevşaredar Selçuk Mizrakli û 4 roj beriya hilbijartinê jî li ser hevşaredar Kezîban Yilmaz îfade dan. Dewletê jî hevşaredarên HDP’î li ser van îdiayan girtin. Derket holê ku dewleta ku ji Ayverdî re cezayê muebetê dixwest, di 5’ê îlonê de ‘Tu sûc nedîtin’ û Ayverdî berdan

Kesa bi navê Hîcran Berna Ayverdî (46) bi tewanbariya ‘Yekitî û yekparebûna welat xerab dike’ dihat darizandin. Heyeta dadgehê jî di got ku dê li Ayverdî cezayê muebeta giran bibirin. Ayverdî ku li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê dihat girtin, 11 roj beriya hilbijartina 31’ê adarê di îfadeya xwe de îdia kiribû ku ‘Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli endamekê rêxistinê derman kiriye.’ Di heman demê de 4 roj beriya hilbijartinê ji bo hevşaredara Şaredariya Peyasê Kezîban Yilmaz jî îdiaya ‘Di komîsyona hiqûqê ya rêxistinê de cih digire û ji bo ku zarokên kevir avêtine bên berdan, tevgeriyaye’ kiribû. Derket holê ku Ayverdî piştî van îfadeyan di 5’ê îlona 2019’an de di danişîna doza xwe ya li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê de hate berdan.

Di îdianameya dozê de hate diyarkirin ku Ayverdî di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de, di 26’ê gulana 2016’an de li kolana Tunç a Taxa Yenîşehîrê tevî 42 kesan ‘teslîm’ bûye. Hat destnîşan kirin ku Ayverdî 4 rojan di binçavan de maye û gava ‘teslîm’ bûy jî tu tiştekî ku bibe delîla sûc li ser nehatiye girtin.

‘Wêne teşhîs kirine’

Dadgeh di îdîanameyê de dibêje ku Ayverdî anestezîst e û ji ber ku bêkar bû, li ser pêşniyara hevala xwe diçe Nisêbîne û li wir jî bi hinceta ‘Endamên rêxistinê’ derman kirine hatiye girtin. Di îdianameyê de hate diyarkirin ku Ayverdî di bin çavan de wêneyên nîşanî wê hatine dayîn teşhîs kirine û li ser kesên teşhîs kiriye îfade daye.

3 sal piştre îfade dan

Ayverdî ku ji Qanûna Poşmaniyê sûd girtiye, di îfadeyên xwe yên li emniyet, dozgerî û dadgehê de bi tu awayî li ser Mizrakli û Yilmaz de îfade nedaye. Lê belê 3 sal piştî girtina xwe, 11 roj beriya hilbijartinê li ser Mizrakli û 4 roj beriya hilbijartinê jî li ser Yilmaz îfade daye. Mizrakli û Yilmaz ji ber îfadeyên Ayverdî, di 21’ê cotmehê de hatin binçavkirin û Mizrakli di 22’yê cotmehê de jî bi îdiaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hate girtin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar