Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Avakirina yekitiya kurdan erka hemû hêzên kurd e’

Pervîn Buldan anî ziman ku bi êrîşa li dijî Rojava re girîngiya yekitiya neteweyî ya gelê kurd careke din xwe nîşan daye. Buldan bi lêv kir ku pêkanîna yekitiya neteweyî erk û berpirsyariya hemû hêzên kurd in

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan têkildarî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê û yekitiya neteweyî ya gelê kurd, ji MA’yê bi Arjîn Dîlek Oncel û Fethî Balaman re axivî.

Pervîn Buldan diyar kir ku dewleta tirk bi êrîşa li dijî Rojava re xwe xist çiravê û wiha dom kir: “Nikare ji wê çiravê derkeve. Tirkiye dixwaze destkeftiyên kurdan tune bike. Hema hema hemû cîhanê ev êrîş şermezar kir. Vê helwestê jî nîşan da bê ka têkoşîn û berxwedana kurdan çiqas rewa ye. Tirkiye ev 8 sal in gefan li Rojava dixwe. Di vê êrîşê de yên ku bi ser ketin, kurd in. Tirkiyeyê winda kir.”

Helwesta neteweyî

Buldan got ku ew weke HDP’ê yekitiya neteweyî ya kurdan diparêzin û wiha pê de çû: “Bi êrîşên li dijî Rojava re girîngiya yekitî û hevgirtina kurdan careke din derket holê.  Nûnerên gelê kurd tu caran ewqas têkiliyên xurt nedanîbûn. Di mijarê Efrîn û Kerkûkê de bêdeng man. Li dijî êrîşên Rojava yekitî û hevgirtinek derket holê. Daxuyanî û çalakiyên PDK û YNK’ê bi nirxin. Di vê dema dawî de hat dîtin ku kurd dê ji bo siberoja xwe bi ruhekî neteweyî û yekitiyê li ber xwe bidin. Divê tifaqên yekitiyê yên mayînde bên avakirin. Ji bo vê jî erk û berpirsyarî dikeve ser milê me hemûyan. Pêkanîna yekitiya neteweyî deynê me ye.”

Nêrînên Ocalan

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo aramî, aştî, demokrasî û çareseriya Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bi bîr xist û wiha bi dawî kir: “Peymana Dolmabahçeyê ji bo demokratîkirina Tirkiyeyê girîng bû. Lê AKP’ê qebûl nekir. Sedema alozî û krîzên li Tirkiyeyê yên niha jî ev e. Birêz Ocalan ji destpêkê ve dibêje ku ji bo çareseriyê amade ye. Ji bo aştî, demokrasî û siberoja gelê kurd û gelên Tirkiyeyê perspektîfên wî yên girîng hene. Di rewşa heyî de em dibînin bê ka Ocalan çiqas mafdar e. Ger bi ya birêz Ocalan bikirana, niha alozî rû nedidan. Birêz Ocalan hê jî ji bo çareseriyê bi israr e. Divê Tirkiye vê rewşê fêm bike, tecrîdê rake û hevdîtinan bi rêk û pêk bike. Ger guh bidin nêrîn û fikrên Ocalan dê ji krîza heyî rizgar bibin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar