Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Nameyan desteser dikin û ragihandinê asteng dikin’

Rêveberiya Girtîgeha Wanê nameya girtî Taner Korkmaz, bi hinceta AKP rexne kiriye desteser kir. Girtîyan diyar kirin ku nameyan nadin wan, mafe wan ê sohbet û ragihandinê asteng dikin

Reveberiya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, mafê girtiyan binpê dike. Mafê wan ê ragihandin û sohbetê asteng dike. Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê dimînin, name ji şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê re şandin û bal kişandin ser binpêkirina mafan. Girtiyan anîn ziman ku meha îlonê bê navber rastî binpêkirina mafan hatin û wekî ‘Tecrîda di nava tecrîdê de’ pênasekirin. Girtiyan anîn ziman ku hemû alavên kantînê zêde kirine û weşan qedexe kirine.

Girtiyan di nameyê de binpêkirina mafan rêz kirin û wiha gotin: “Pirtûka ‘Marksîzm û şerê gerîla’ ku ji Murat Kaymaz re hat şandin piştî bi hefteyan hat rawestandin rêveberiya girtîgehê biryara qedexeyê da û desteser kirin. Lê heta niha der barê pirtûkê de tu biryar nehatiye girtin.

  • Pirtûka ‘Li Amerîkaya Lat^şn Tevgerên gerîla 1-2’ a bi kargo ji girtî Taner Korkmaz re hat şandin, piştî 10 rojan li girtîgehê hat rawestandin qedexe kirin û nedan. Heta niha der barê vê pirtûkê de tu biryar nehatiye girtin.
  • Li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind sînorê 12 pirtûk û 2 kovar anîne. Rojnameyên Yenî Yaşam û Yenî Asya nadin girtiyan.
  • Nameya ku Taner Korkmaz têde AKP rexne kiribû, piştî 23 rojan rawestandin, desteser kirin.
  • Nameya girtî Macît Şahînkaya ji rojnameya Cumhuriyet û Birgunê re şandibûn û nameya ku girtî Taner Korkmaz ji Bîanet û Yenî Yaşamê re şandibû, nameya ku Talat Şanli ji Evrensel û Duvarê re şandibû mehekê dan rawestandin.

Her wiha mafê girtiyan ê raghinadin û sohbete asteng dikin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar