Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Çareserî ne li Washington û Moskovê li Îmraliyê ye’

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di 2’yemîn Kongreya Asayî ya HDP’a Qersê de axivî û got ku hikûmet dijminatiya gelê kurd dike. Temellî got ku ji bo aştiyê çareserî ne li Washington û Moskovê, li Îmraliyê ye

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Qersê 2’yemîn kongreya xwe ya asayî li Parka Masal a Baxçeyê Mîllet pêk anî. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, parlamenter û hevşaredarên HDP’ê û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di kongreyê de amade bûn. Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Temellî axivî.

Sezaî Temellî diyar kir ku hikûmeta AKP-MHP’ê bi salane ji ber bûyerên 6-7- 8’ê cotmehê partiya wan tawanbar kiriye lê partiya wan tevî ku ji bo lêkolînkirina van bûyeran û ya kuştina 2 polîsan a li Serêkaniyê pêşniyar anîne meclisê jî ji hêla AKP-MHP’ê ve hatiye redkirin. Temellî got ku îktîdar naxwaze sûcên wê derhî bibin.

‘Divê em teqez dawî li tecrîdê bînin’

Temellî bal kişand ser pergala serokomariyê û wiha got: “Bi pergala serokomariyê re welat xistin rêya felaketê. Hikûmet hebûna xwe bi tecrîd, şer, tunekirina hiqûqê û qeyûman didomîne. Heta ku tecrîd bi dawî nebe, nikarin li ser navê hiqûqê tiştekî bikin. Tecrîda li ser birêz Ocalan tenê bi Îmraliyê re bi sînor nema. Li ser hemû Tirkiyeyê belav bûye. Divê em teqez dawî li tecrîda ser birêz Ocalan bînin.

‘Hemû cîhan dijminatiya li dijî kurdan dibîne’

Herî dawî jî Temellî ev tişt anî ziman: “Pergala heyî, pergala faşîst e. Tirkiye li ser dijminatiya kurdan siyasetê dike. Îktîdar tecrîd, şer û tayînkirina qeyûman bi vê polîtîkayê hewl dide rewa bike. Îro jî li ser sînorê Sûriyeyê dijminantiya me û kurdan ava dike. Hemû cîhan îro vî tiştî dibêje. Divê hemû pêkhate kom bibin û rêyên çareseriyê bibînin. Lê dibêjin divê kurd nebin. Gelo ma pêkane wiha çareserî pêş bikeve? Rêya çareseriyê di aştiya bi kurdan re derbas dibe. Çareserî ne li Washingoton û Moskovê ye. Rêya çareseriyê Îmrali ye. Divê ev alozî bi rêbaza xeta sêyemîn çareser bibe.”

Piştî axaftina Temellî hilbijartin pêk hat. Di encamê de Sevda Subaşi û Cevdet Anli weke hevserokên HDP’ê yên Qersê hatin hilbijartin. QERS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar