Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Dagirker agirbestê binpê dikin û li herêmê şerekê dijwar heye

Leşkerên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Serêkaniyê û Til Temirê êrîşî noqteyên şervanên HSD’ê kir. Li ser bersivdayîna şervanan jî li herêmê şerekê giran rû daye û şer bi hemû dijwariya xwe didome

Tevî agirbesta li herêmê jî leşkerên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didomin. Di vê çarçoveyê de çeteyên dagirker li gelek eniyan êrîşî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û qadên sivîlan kirin. Şervanên HSD’ê jî di çarçoveya mafê xweparastinê de bersivên tund dan çeteyan.

Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku komên çete yên girêdayî dewleta tirk bi koordîneya balafirên keşfê yên dewleta tirk û çekên giran, gundê Dawudiyê yê Serêkaniyê topbaran kirin. Hat zanîn ku hêzên dagirker li herêmê amadekariya êrîşeke berfireh dikin.

Şervanek birîndar bû

Di heman demê artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bi çekên giran û bi koordîneya balafirên keşfê êrîşî gundên Mirêkîs û Babil Xêr ên navçeya Zirgan a Serêkaniyê dikin. Şervanên HSD’ê jî di çarçoveya mafê xweparastinê de êrîşên çeteyan dibersivînin û li herêmê şerekê giran rû dide. Komên çete yên girêdayî El Nusra û DAIŞ’ê her wiha li gundê Um Işbê yê Zirganê jî êrîşî şervanan kir. Hat zanîn ku di encama pevçûnan de şervanekê HSD’ê birîndar bû.

Komên çete îro di heman demê de êrîşî gundê Tewila yê li ser rêya navneteweyî (M4) ku 10 km’yan dûrî bajarê Til Temirê ye dikin. Li ser vê hewldanê jî şervanên HSD’ê bersivên tund dan çeteyan û li herêmê şere berdewam dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar