Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Divê heyetên serbixwe bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bikin

Endamê Desteya Rêvebir a TÎHV’ê Prof. Dr. Umît Bîçer û Nûnera TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe, derbarê îdiayên ku dewleta tirk li Rojava çekên kîmyewî bikar anî ye axivîn û gotin ku divê heyetên serbixwe bûyerê lêkolîn bikin

Endamê Desteya Rêvebir a Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Umît Bîçer têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava û bikar anîna çekên kîmyewî axivî û diyar kir ku wan wêneyên ku tê îdiakirin çekên kîmyewî hatine bikaranîn dîtine û divê heqîqet derkeve holê.

Bîçer anî ziman ku ji bo lêkolînkirinê divê dewlet û hêzên pev diçin tev bigerin û wiha got: “Divê derfet bên çêkirin ku heyetên serbixwe lêkolînan bikin. Di van wêneyan de derbarê binpêkirina mafên mirovan de îdiayên cidî hene. Teqez divê ev bên lêkolînkirin. Çimkî di wêneyan de şopên şewatê hene. Lê mirov nikare li ser wêneyan re bibêje ku ev şewat ji ber kîjan madeyê çê bûye. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e. Ji ber sûcê şer e, ev di heman demê de sûcekî li hemberî mirovahiyê ye jî. Ji bo lêkolînkirin teqez divê ji kesên birîdar û li cihê bûyerê nimûne bên girtin.”

 Divê her kes li gorî peymanê tevbigere

Di axaftina xwe de Bîçer destnîşan kir ku divê parêzvanên mafên mirovan û kesên di vê qadê de pispor van lêkolînan bikin û wiha domand: “Divê nimûne li laboratûvarên ewle bên lêkolînkirin. Divê ev bê gotin. Divê her kes li gor peymana qedexekirina çekên kîmyewî tevbigere. Tirkiye, derbarê peymana çekên kîmyewî de darizandina dadgeha cezayî ya navdewletî nas nake, lê dibêje ez li gor pîvanan tev digerim. Lê di dema hemû pevçûnan de çekên kîmyewî dikevin rojevê. Ev jî dibe cihê gumanan.”

 Berpirsyar Tirkiye ye

Bîçer bi bîr xist ku Tirkiye daxuyandiye ku di envantera wê de ev çek tune ne û wiha pêde çû: “Li wir OSO heye. Ev çalakiyên tundî dikin. Ev çalakiyên wan di wesfa sûcên şerî de ne. Her çend Tirkiye di ser TSK’ê re daxilî van sûca nebûbe jî, lê belê komên milîs di bin banê wê de ne û mecbûr e pêşî li pêkanîna sûcan bigire. Niha tişta tê nîqaşkirin têkiliyên Tirkiyeyê yên bi OSO û yên din re. Ev tişt di ser vê re tê nîqaşkirin. Ji ber vê berpirsiyarê van Tirkiye ye.”

Divê qadên jiyanê bên parastin

Nûnera TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe jî diyar kir ku di çarçoveya normên mafên mirovan ên gerdûnî de divê mafên jiyanê yên sivîlan û qadên jiyanê bên parastin û ev tişt anî ziman: “Bikaranîna çekên kîmyewî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ger îdiayên bi vî rengî hebin, divê ev di çarçoveya sûcên şerî de bên îspatkirin. Di rewşên bi vî rengî de divê heyetên serbixwe, rêxistin û parêzvanên mafên mirovan tev bigerin. Ger ji bo vê rewşê rê li ber mirovên zanyar ên serbixwe neyê vekirin wê şik û guman bidomin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar