Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Leşker û çeteyên dewleta tirk 48 hezar û 400 tonên genim û ceh dizîn

Leşker û çeteyên dewleta tirk depoyên genim û ceh ên li Girê Spî şêlandin. Hat zanîn ku hêzên dagirker zêdetirî 48 hezar û 400 tonên ceh û genim dizî ne

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên derqanûnî li herêmên ku dagir dike, dikin. Çeteyan hemû navendên xizmetguzariyê û milkên sivîlan dagir kirin û talan kirin. Têkildarî mijarê berpirsê depoyên genim ên li Girê Spî Şêx Mihemed Ebdo anî ziman ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê yên vegeriyane bajêr, depoyên El Dehlîz ê (11 hezar û 400 tonên gehim tê de bûn) ên li rojhilatê bajarokê Silûkê û depoyên genim ên El Sexrat ê li başûrê Girê Spî (11 hezar ton genim) talan kirin.

Bi vê yekê re jî artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ji roja destpêkê ya êrîşa dagirkeriyê ve, li Girê Spî zêdetirî 48 hezar û 400 tonên ceh û genim ên Girê Spî dizîn. Ebdo got ku wan ceh û genim piştî demsalê bi 160 lîreyên Sûriyeyê kirîn û berhemên genim û ceh ên di depoyan de ji bo sal û nîvekê têra herêmê dikir.

Bi şev depo şêlandin

Ebdo bi lêv kir ku çeteyan li nêzî depoyên El Dehlîzê li rojhilatê bajaroka Silûkê rêyeke taybet vekirin da ku genim bidizin û bibin Tirkiyeyê. Hat zanîn ku çeteyan depo di derengiya şevê de talan kir. Her wiha çeteyan gef li berpirsên depoyan Şêx Mihemed Ebdo û malbata wî xwar ku dê wan bikujin û piştre jî mala wan şewitand.

Malên xebatkarên Rêveberiya Xweser şewitandin

Bi berdewamî jî Ebdo daxuyand ku çeteyan malên her kesên di Rêveberiya Xweser de xebitîne şewitandine û gefên kuştinê li wan xwarine. Weke ku tê zanîn li kantona Girê Spî 4 depoyên genim û ceh hene. Yek ji van li El Dehlîz ê Silûkê, yek li El Sexrat a Girê Spî, yek li Eyn Îsayê û mezintirîn depo ya kantonê ango ya Şirakrikê jî li Girê Spî ye. Ev depo ji hêla artêşa tirk ve hatibûn bombebarankirin. GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar