Şervanên HSD’ê yên gazî bertek nîşanî bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrîşên dewleta tirk şermezar kir. Gaziyan diyar kir ku ew amade ne ku li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk tev li refên berxwedanê bibin
Dewleta tirk dixwaze ku rojavayê Kurdistanê dagir bike û di çarçoveya polîtîkaya guherandina demografyaya herêmê de Rojava ji kurdan vala bike. Ji bo vê yekê jî bi tevlêbûna dehhezaran leşkeran û çeteyên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê, bi çekên giran û bi balafirên şer êrîşî Rojava dike. Ji bo rizgarkirina Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şervanên HSD’ê 11 hezar şehîdan dan û 24 hezar şervan jî birîndar bûn. Lê dewleta tirk niha hewl dide bi komên çete vê herêmê dagir bike. Têkildarî mijarê gaziyên HSD’ê Elî Bedir û Casim Mihemed Xidir bi ANHA’yê raxivîn.
Têkildarî mijarê Elî Bedir anî ziman ku êrîşa dewleta tirk ji hemû cîhanê re nîşan da ku Erdogan nûnera fermî ya DAIŞ’ê ye û wiha got: “Piştî ku şervanên HSD’ê DAIŞ têk bir, artêşa tirk rûyê xwe yê rast nîşdan da û êrîşî herêmê kir. Dixwaze wan di bin alekê de din li herêmê vegerîne. Em poşman nînin ku me parçeyeke ji laşê xwe daye. Ev xak bi xwîna şehîdan hate avdan. Di nava wê xakê de çîçeka azadiyê dipişkive. Em ê li dijî osmaniyên faşîst têbikoşin û dê wan têk bibin.”
Herêma bi ewle
Bedir destnîşan kir ku Erdogan êrîşî hemû gelên herêmê dike û dixwaze xaka Rojava dagir bike. Bedir bang li hêzên navdewletî kir ku herêma biewle di bin kontrola hêzên navdewletî de be û mafên pêkhateyên li herêmê mîsoger bikin.
‘Cîhan li dijî zilma dewleta tirk bêdeng e’
Gaziyê bi navê Casim Mihemed Xidir jî bi lêv kir ku bêdengiya hêzên navdewletî bûne sedema êrîşên Erdogan û çeteyên wê yên li dijî Rojava. Xidir wiha bi dawî kir: “Dema ku DAIŞ’ê gef li hemû cîhanê dixwar, HSD’ê parastina cîhanê kir û helwesta xwe raber kir. Ji bo vê jî bi hezaran şehîd dan. Bi saya wan cîhan bi ewle jiya. Lê îro heman cîhan li dijî zilma dewleta tirk bêdeng e. Divê civaka navneteweyî helwestekî cidî nîşan bide. Em amade ne ku careke din ji bo gelê xwe di rêya berxwedanê de bimeşin.” HESEKÊ