Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

HSD’ê têkildarî hevdîtinên bi Rûsyayê re daxuyanî da

HSD’ê bi daxuyaniyekê nivîskî encamên hevdîtinên bi Rûsyayê yên têkildarî mutabaqata Soçiyê bi raya giştî re parve kir. HSD’ê got ku wan mutabaqat erê kiriye

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) der barê hevdîtinên di navbera hêzên wan û Rûsyayê de daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

Daxuyaniya HSD’ê têkildarî mijarê wiha ye:

“Piştî guftûgoyên berfireh ên li gel Federasyona Rûsyaya, li ser hin xalên hevpeymanê ku me erê nedikir, bi armanca sekinandina êrîşên artêşa dagirker li ser gel û destkeftiyên herêmê, em gihiştin encama pêk anîna rêkeftina Soçiyê ya di 22’yê cotmeha 2019’an. Hêzên Sûriyeya Demokratîk dê li seranserê sînorê bakurê Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê li herêmên dûrî sînorê Tirkiyeyê û Sûriyeyê xwe ji nû ve belav dike. Dê xwe li qadên nû bi cih bike da ku ev êrîşên hovane û xwîna ku dirije were sekinandin. Hêzên parastina sînor a hikûmeta navendî li van herêmên sînor tên bicihkirin.

Weke HSD’ê li gel teqezkirina pêbendiya xwe ya parastina gel û destkeftiyên herêmê, em bang li Federasyona Rûsyayê dikin ku bi erkên xwe rabe û di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojavayê Sûriyeyê û hikûmeta navendî ya Şamê de bingeha diyalogeke çêker ava bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar