Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bi destê hiqûqê tundî û îstîsmar tê rewakirin

Parêzer Suheyla Oguz diyar kir ku daxistina ceza û efûya ji bo îstîsmara zarokan ku bi pakêta daraza duyemîn dîsa hatiye rojevê, tê wateya ku bi destê hiqûqê îstîsmar tê rewakirin û got ku bi sererastkirina nefeqeyê jî wê bi destê dewletê li hember jinan tundiya aborî pêk bê

Piştî di çarçoveya Belga Stratejiya Reforma Darazê de pakêta ewil pêşnûmeqanûna 39 salî ji meclisê derbas bû şûnde, tê payîn ku pakêta duyemîn a darazê jî di mijdar an jî çileya 2020’an de pêşkêşî Serokatiya Meclisê bê kirin. Di vê pakêtê de sererastkitinên derbarê sînorkirina nefeqeyê de, zarokên rastî îstîsmarê hatine bi gumanbarên wan re zewicandin, cih digirin.

Parêzer Suheyla Oguz derbarê pakêta darazê ya duyemîn de nirxandin kir û diyar kir ku bi destê hiqûqê îstîsmar tê rewakirin.

Encama vê dê gelek xerab e

Oguz anî ziman ku serarastkirinek wisa dê rê li ber zêdebûna sûcê veke û wiha got: “Her çiqas çarçoveya wê zelal nebe jî tê gotin ku ji bo kesên ji teror, îstîsmar, êrîşên zayendî ceza girtin wê di înfaza wan de daxistin pêk bê. Di vê pêvajoya ku qirkirina jinê veguheriye qirkirina zayendê de, daxistina ceza bi tu awayî nayê qebûlkirin. Tundiya li ser jinê ne tenê êrîşa zayendî ye. Sererastkirinek wisa dê rê li ber zêdebûna sûc vebike. Tê gotin ku sererastkirineke din a derbarê zarokên rastî îstîsmarê hatine û bi gumanbarê wan re zewicandin heye. Ev bi rastî tiştekî bi xof e. Encamên vê gelek giran û xerab in. Bi destê hiqûqê îstîsmar tê rewakirin. Ev pakêt bêsamîmiyeta dewletê nîşan dide. Îstîsmar bi tu awayî nikare bêceza bê hiştin. Di bin navê îstîsmarê de zewac nabe.”

‘Rakirina nefeqeyê, pêkanîna tundiya aborî ye’

Her wiha Oguz da zanîn ku gotinên ku dibêjin wê nîqaşên nefeqeya ku demek dirêj de di rojevê de ye, wê bi pakêta daraza duyemîn re bibe qanûnî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di şert û mercên zehmet ên ku jin têde ne de behskirina rakirina nefeqeyê nikare bê axaftin. Di esasê de bi vê qanûna ku dixwazin bînin re dixwazin hemû rayeyên jinan ên derbarê jiyana wan de ji destê wan bigirin. Rakirina nefeqeyê wê jinan bixe nava neçariyê. Rakirina nefeqeyê bi destê dewletê li hember jinan pêkanîna aboriyê ye.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar